Fatîh Polat: Li gel zextan jî rojnamegeran sekna xwe nîşan da 2017-12-30 11:21:37 STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat sala 2017’an di warê rojnamegeriyê de nirxand û got: “Li gel hemû zextan jî rojnameger di 2017’an de li ser piya bûn û sekna xwe nîşan dan. Divê di sala 2018’an de rojnameger heman helwestê nişan bidin.”  Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) di 2017’an de li tevahiya cîhanê 65 rojnameger hatin kuştin, 326 rojnamger jî girtî bûn. Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) jî diyar kir ku li Tirkiyeyê 168 rojnameger girtî hene. Di serî de dozên rojnameya Ozgur Gundem û Cumhuriyet û rojnamegerên agahiyên RedHack’ê weşand, bi sedan sazî û dezgehên çapemeniyê yên bi KHK’ê hatin girtin, rojnamegerên bêhejmar ên Tirkiyeyê terikandin, binçavkirin û girtina rojnamgeran di mohra xwe li sala 2017’an da. Dema tevahiya salê dozên rojnamegeran tê bibîrxistin tevahiya salê dema rojnamegeran li korîdorên edliyeyan derbas bûye.   HIN DOZAN MOHRA XWE LI ROJEVÊ DA    Gelek rojnameger hêj girtî ne û gelek rojnamger hatin berdan. Dozên rojnamegerên hatin berdan dewam dike. Ji dehan rojnameger re bi dehan sal û hezaran lire pere ceza hat birîn. Hêjayî gotinê ye ku darizandina doza Ozgur Gundem, Cumhuriyet, rojnamegerên agahiyên der barê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak yên RedHack’ê belav kirin û kirin nûçe, doza rojnameger Nedîm Turfent û gelek dozên din mohra xwe li sala 2017’an dan.   BÊTEHAMULIYA AKP’Ê YA LI DIJÎ MEDYA KURDΠ   Sala 2017'an tene bi dadgehkirina rojnamegeran sînor ma. Bi weşandina KHK’iyan gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin û mohrkirin. Yek ji van saziyên hatin girtin jî Ajansa Dîhaber a bi slogana “Dê rastî di tarîtiyê de nemînin” weşana xwe dikir hat girtin. Di 25’ê tebaxê de bi KHK’ya hejmara 693’an dîhaber, rojnameya Şûjin û rojnameya Rojeva Medya ya bi kurdî weşana xwe dikir hatin girtin. Dîhaber û Rojnameya Şûjinê gelek nûçeyên girîng ku ketin rojeva Tirkiyeyê û cîhanê ji xwîner û aboneyên xwe re serwîs kirin.    ROJNAMEGERÊN BIYANÎ PARA XWE JI ZEXTAN GIRTIN    Li gel rojnamegerên ji herêmê û bajarên Tirkiyeyê hatin girtin û cezakirin, sazî û dezgeh hatin girtin jî gelek rojnamegerên biyanî jî li Tirkiyeyê hatin girtin, binçavkirin û hatin dersînorkirin. Rojnamegerên biyanî jî para xwe ji zextên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê girtin.    ‘MEDYA NAVENDÎ TAHAKUM AVA DIKE’    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ku dozên rojnameger û hemû zextên li ser çapemeniyê yek bi yek şopand, sala 2017’an ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. Di heman demê de Polat li korîdorên edliyeyan piştevaniya hempîşeyên xwe kir. Polat diyar kir ku li gel hemû zext û tundiya li dijî rojnamegeran xwe birêxistin kirin û piştevaniyek xûrt dan nişandan. Polat da zanîn ku di 2017’an de medya navendî ya hikûmetê çapmeniyê xist bin tahakuma xwe û got: “Hin navên bi îstîhbaratê re dixebitîn rojnamegeran kirin hedef. Gelek caran hedef nişandan bandora xwe li ser darizandinê jî kir. Gelek rojnamegerên hatin tahliyekirin carek din biryara girtina wan hat derxistin.”    'XELEKA PIŞTEVANIYÊ XWE NÎŞAN DA’    Polat destnîşan kir ku sala 2017'an hin saziyên nêzî desthilatdariyê wek lekeye reş cihê xwe girt û wiha dewam kir: “Li aliyê din rojnamegeriya rastî ku bêwestan xebat kirin jî sala 2017’an bû sala ku qet serê xwe netewandin û seknek rastî nîşan dan. Mirov dikare vê salê wek sala rojnamegerên xwedî seknek li ser piya bûn pênase bike. Me di vê salê de dît ku rojnamegeriya çapemeniyê azad hat parastin. Piştevaniyek xûrt derket holê û rojnamegerên rastî vedibêjin bû xelek hevgirtinê. Me salek ku di warê piştgiriya pîşeyê de pêk hat derbas kir. Em behsa rojnamegerên ku rastiyê nivîsandin û vegotin dikin.”    ‘DIVÊ DI 2018’AN DE JÎ ROJNAMEGER SEKNA XWE NÎŞAN BIDIN’    Polat anî ziman ku bendewariya wan ji sala 2018’an jî ew e ku rojnameger mîna sala 2017’an heman sekna li ber xwe dayîn nîşan bidin û serê xwe netewînin. Polat got ku ew ê di sala 2018’an de azadiya rojnamegeran daxwaz bikin, piştevaniya xwe hin xûrtir bikin û sala nû ya hemû rojnamegeran pîroz kir.    MA/ Metîn Yoksu