Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû 2020-07-04 14:15:16   ENQERE – Li gorî lîsteya ku Serokatiya Îdareya Dahatê weşand, lêçûnên OTV’ê ya berhem titûn û alkolê hatiye zêdekirin. Pisporê bacê Ozan Bîngol, diyar kir ku rêjaya bacê ji bihayê berhemê 2 qat zêdetir bûye.   Serokatiya Îdareya Dahatê, dabeyên Baca Dêrzweriya Taybet (OTV) ku ji berhemên titûn û alkole tê girtin parve kir. Li gorî vê yekê OTV’a ku ji bîra, raqî û çixaran tê tê girtin ji sedî 6,89 zêde bûye. Bi vê zêdebûna bacê re wê bihayê çixara herî erzan derkeve 14 TL’yan. Tê payîn ku çixara herî erzan bi zemkirina 38 qurişan dê bi 14,50 TL’yî bê firotin. Çixarên di seriya 15 TL’yî de jî bi 3 qurişan bên zemkirin û tê payîn ku ev zem bandor li bihayê firotina wan neke.    Wê OTV’a lîtreya Raqî, votka, cînê ji bi qasî 8 TL’yan bê zêdekirin. Bi vî awayî raqiya bihayê wê 208 TL’yî dê derkeve 216 TL’yî. Wê qutiyeke bîrayê jî bi qasî 50 qurişî bê zemkirin.    Pisporê bacê Ozan Bîngol, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku rêjaya baca ku hatiye ser berhemên alkolê ji bihayê alkole 2 qat zêdetir bûye.