Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin 2020-07-04 13:10:21 ENQERE – Serokên Baroyan li pêş meclîsê daxwaza pir-baroyî ku li meclîsê tê niqaşkirin şermezar dikin. Çalakiya Serokên Baroyan a li pêş meclîsê didome.    Serokên Baroyan li pêş meclîsê li dijî daxwaza AKP û MHP'ê ku dixwazin li her bajarî gelek baro ava bikin çalakî li dar xist. Li ser daxwaza AKP-MHP'ê Komîsyona Edaletê pêşnumeya pergala pir-baroyî anîn rojeva meclîsê. Li meclîsê niqaşên ji bo pir-baroyî didomin. Serokên Baroyan ku çend rojin çalakiyan li dar dixin, îro li pêş deriyê Meclîsa Tirkiyeyê ya Çankayayê çalakîya xwe di roja duyemîn de berdewam kirin.    Serokên Baroyan piştî "Nobeta Parastinê" ku 2 rojan li pêş Edliyeya Enqereyê berdewam kirin, serê sibê nobeta parastinê bi dawî kirin. Zêdeyî 20 serokên baroyan li pêş Meclîsê kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Piştî Serokên Baroyan hatin pêş meclîsê wekî her carê vê carê jî dîsa polîsan dora Serokên Baroyan dorpêç kirin. Polîsan hem parêzer dorpêç kirin û hem destûrê nadin ku rojnameger têkevin qada çalakiyê. Polîs destûr nadin ku ji dûr ve jî wêneyan bikişînin.