‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’ 2020-07-04 13:03:07   AMED – Birayê Serokê HEP’ê yê Amedê Wedat Aydin ku piştî ji mala xwe hatibû girtin û hatibû qetilkirin Veysî Aydin, diyar kir ku sedemê cînayeta birayê wî dewlet e.”   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 595’emîn de ji bo çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmenek parve kirin.  Di çalakiyê de aqûbeta Serokê HEP’ê yê Amedê Wedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1995’an de ji aliyê kesên ku xwe weke polisan dan nasîn ve ji mala xwe hat girtin û di 7’ê Tîrmeha 1995’an de cenazeyê wî li bin pireke nêzî navçeya Medenê ya Xarpêt hat dîtin, pirsîn.    ‘EM SEDEMKAR NAGERIN’    Birayê Aydin Veysî Aydin di dîmeneka ku hat parvekirin de axivî û têkoşîna bi rûmeta a hemû malbatên ku aqûbeta zarokên xwe dipirsin silav kir.  Aydin, diyar kir ku her windayek çîrokeke wî heye û ev tişt got: “Taybetmendiya hevpar a hemû kesên ku hatine windakirin weke ya Vedat Aydin muxalîfbûna wan a pergalê ye. Muxalîfbûna pergalê ji hêla dewletê ve ji bo dijminahiyê sedemeke bes bû. Heke hûn kurd bin ev xwe bi awayekî diyarker û bi rengekî cuda dide der.  Ji ber ku muxalefetê dikin û şaşiyên dewletê bi wêrekî tînin ziman, hedef tên girtin. Em li sedemkarên Vedat Aydin nagerin. Divê ku li sedemkarên windahiyên din jî neyê gerîn. Sedemkar dewlet e. Heke cînayet li dewletekî pêk bên, hejmara wan ji deh hezaran derbas bûbe û kujerên wan neyên dîtin, divê bê zanîn ku li pişt vê hêzeke xurt a bi rêxistinkirî heye. Em wiha dizanin.”