Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman 2020-07-04 12:34:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hefteye berê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li gîrtîgeha Qerçek dest bi greva birçîbûnê kirîbû û bi vîrûsa koronayê ketîbû. Celaliyan ji girtîgeha Qerçek veguhestibûn cihek nediyar. Piştî gelek hewldanan malbat karî bi rêya telefonê bi Celaliyan re bi axive. Celaliyan di peywediya xwe bi telefonê re diyar kir ku wê birine zindana Kirman.   Ji 25'ê Hezîranê heta niha agahî ji Zeynep Celaliyan nedihat girtin. Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, bi nûçeyekê diyar kir ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di peywendiya xwe ya telefonê a bi malatê re, diyar kiriye ku wê birine zindana Kirman û gotiye; “Bi min re danûstandinên xirab kirine, dema ku min dibirin zindana Kirman, bê rêzî li hemberî min hat kirin. Nediyare wê çi bi min were. Heya daxwazên min pêkneyên, ezê çalakiya xwe dewam bikim.”   Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di 28'ê hezîranê de diyar kiribû ku hêzên Îranê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Qerçek ya Weramîn veguhertine cihek nediyar. KMKK’ê diyar kiribû ku agahiya malbata Zeyneb Celaliyan ji rewşa wê nîne û nizanin veguhestine kûderê. Zeyneb Celaliyan, Suheyla Hîcab û Sekîne Perwane li girtîgeha Qerçekî ji bo daxwazên wan pêk bê, dest bi gireva birçîbûnê kiribûn.    KMMK’ê anîbu ziman ku roja Pênçşemê (27'ê Hezîranê) ve Zeyneb Celaliyan veguhestine cihek nediyar. Kes agahî jê nagire. Zeyneb Celaliyan 27’ê Gulana 2020’an de ji Girtîgeha Xoy sewqî girtîgeha Qerçek a nêzî Tehranê kirin. Ji berî bibin xwestin li yek ji girtîgehên Urmeiye, Kirmaşan û Êvîn bi cih bikin lê wernegirtin. Girtiya Siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji 20’ê Hezîranê de li Girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kirîbû.