Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim 2020-07-04 12:16:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, li ser hesabê medya civakî peyam parve kir û piştgirî da Ercan Saldanlî yê ji ber ew dişopand ji kar hatibû avêtin. Demîrtaş got: “Êdî ez jî te dişopînim" û piştgirî da Ercan Saldanli.    Li Stenbolê Ercan Saldanli ji ber li ser hesabê xwe Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş şopandibû, ji karê şîrketa taybet hatibû avêtin. Selahattin Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê medya civakî peyam parve kir û piştgiriya xwe ya ji bo Ercan anî ziman. Demirtaş di piştgiriyê de got: "Xwe bêzar û aciz neke birayê min ê xweşik. Hemû neheqî dê rojekê bi dawî bibin. Dê ji bo hinekan şerm bimîne. Binere êdî ez jî vay te dişopînim. Ji bo tu kar bibîne jî ezê bibim alîkar."