Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne 2020-07-04 11:19:15   SAKARYA – 3 kesên di bin kavilên fabrîqeya fîşekên hewayî la li Hendek a Sakaryayê de mane, hêj nehatine dîtin. Di teqîna fabrîqeyê ya duh de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 97 kes jî birîndar bûbûn.    Duh li Navçeya Hendekê ya Sakaryayê di fabrîqeya fîşekên hewayî ya bi navê Coşkun de teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 97 kes jî birîndar bûn. Pişti teqînê lêgerîna kesên di bin kavilê fabrîqeyê de mane didome. Yekîneyên AFAD'ê ku çûn herêmê bi kuçikan li bin kavilan digerin. Hat diyar kirin ku hêj 3 kes di bin kavilên fabrîqeyê de mane û lêgerîna 3 kesan didome. Ji 4 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû nasnameya 2 kesan diyar bû. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Hava Çelik û Selahattin Tepeçinar.