Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn 2020-07-04 09:55:05 ENQERE – Di hevdîtina li ser teklîfa pir baroyan a di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de tê gengeşekirin 5 xalên ewil hatin pejirandin. Serokên baroyan ên li dijî vê guhertinê di nobeta parastinê de bûn bi peyama “ev hêj destpêk e em ê têkoşîna xwe bidomînin” çalakiya xwe bi dawî kirin.    AKP û MHP ji bo guhertina qanûna parêzertiyê û guhertina pergala baroyan teklîf anîn Meclîsê. Li ser vê guhertinê di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hevdîtinên lihevkirinê tên kirin. Di hevdîtinê de 5 xalên ewil ên teklîfê hatin pejirandin.    Ew 5 xal wiha ne:   * Li gorî xalên hatine pejirandin dê li heman bajarî ji baroyek zêde baro dikaribin werin damezrandin. Parêzerên bixwazin dikarin li wê baroyê endamtiya xwe çêkin.    * Heke li heman bajarî ji baroyek zêdetir baro hebe, parêzerek stajyer 6 mehên dawî yê stajyera xwe dikare li gel parêzerek ku endamê baroyê ye bike.    * Heke li bajarekî ji baroyek zêdetir baro hebin, ew stajyerên xwe ji bo parêzeriyê amade dikin dikarin ji bo stajê serî li baroyekê bidin.    * Dema li heman bajarî ji baroyek bêtir baro hebin kaxizê danasînê dema ji bo stajiyeriyê diyar bike du parêzerên endamên wê baroyê dikarin sererast bikin.    * Karûbarên wezîfedarkirina parêzerek ji bo demekê ew baroya ku endamê wê ye dikare bicih bîne. Heke parêzerek jiyana xwe ji dest bide, ji kar û pîşeya xwe were dûrkirin, karê wî/wê were qedexekirin, ji bo demkî nikaribibe kar bike, serokê/seroka wê baroyê dikare daxwaz bike ku ew dosye radestî an jî dewrî parêzerek din were kirin.    NOBETA PARASTINÊ BI DAWÎ KIRIN    Serokên baroyan li dijî pergala pir baroyan a ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve pêk tê ewil li ber Meclîsê çalakî li dar xistin. Pişt re çalakiya xwe li ber Edliya Enqereyê domandin. Çalakiya nobeta parastinê ya serokên baroyan bi dawî bû. Serokên baroyan û parêzer seranserî şevê li ber edliyê stranan gotin û govend gerandin û dirûşma “parastin wê bêdeng nebe” berz kirin. Nîvê şevê parlamenterên partiyan navber dan hevdîtina teklîfê. Parêzeran jî li ber edliyê daxuyanî da.    Ji parêzerên di çalakiyê de bûn parêzer Nêrgîz Tûba Aslan wiha got: “Çalakiya me li vir neqediya. Em nû dest pê dikin. Em li vir deklare dikin em ê heta dawiyê li her deverê bin û têkoşîna xwe ya ji bo parastinê bidomînin.”    Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan jî wiha got: “21 sal in ez têm vê edliyê. Cihek ku min pê lê nekiribe nîne. Lê em ê dîsa li vir bin. Em ê vê têkoşînê bi hev re bidomînin.”    Parêzeran bi dirûşma “ev hêj destpêk e em ê têkoşîna xwe dewam bikin” berz kirin û ji ber edliyê veqetiyan.