Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e 2020-07-04 09:12:25 STENBOL - Aynete Bûlût ku kurê wê Serhat Bûlût li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye, bang kir ku daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin.  Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 5 girtî di 24'ê Hezîranê de ji bo meseleya avê bê helkirin, girtiyên nexweş bên tedawîkirin, lêgerîna tazî bi dawî bibe, girtiyên cezayên wan qediyane bên berdan û bidawîbûna lêgerîna li odeyan ku heftê du caran tê kirin, ji bo jimariya ku gelek gardiyan bi hev re dikin bi dawî bibe, ji bo saetên hevdîtinê bên sererastkirin û mafê wan ê atolyeyê bê dayîn dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin îro Hîdayet Duger, Hidir Demîrtaş, Erkan Bayram, Mehmet Tahîr Ozcan û Reber Varhan daxilî nav greva birçîbûnê kirin.    Aynete Bûlût, dayika Serhat Bûlût ku kurê wê Serhat Bûlût di greva birçîbûnê de ye, bang li îdareya girtîgehê kir ku daxwaza girtiyan qebûl bike û dawî li binpêkirinên mafan bîne.    ‘DI NAV ZINDANÊ DE ZINDAN'    Dayik Bûlût, diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axifiye û kurê wê gotiye zext û zorî zêde bûne û got: "Kurê min digot, 'tim heqaretê li me dikin, bi zext û zoriyê bi ser me de tên.' Îdareya girtîgehê di nav zindanê de zindan ava kiriye."   Bûlût, anî ziman ku fikara ku ji ber zext û zoriyên kurê wê jî dest bi greva birçîbûnê bike û got: "Çimkî hê jî bandora greva birçîbûnê ya din li ser me ye. Kurê min, li dijî tecrîdê 3 meh û 10 rojan di greva birçîbûnê de ma. Hê jî di bin bandora wê de me. Gava cardin ket greva birçîbûnê min hew deyax kir. Pir bi min zehmet hat. Ji roja ku min bihîstiye ketine greva birçîbûnê xwarin bi qirika min de naçe."    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Dayik Bûlût, anî ziman ku kurê wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine û gotiye, qawîş pir qelebalix in, ava wan têra wan nake, girtiyên nexweş nayên tedwîkirin, nexweşên dibin girtîgehê jî ji paş de destê wan tên kelemçekirin û got: "Kurê min got, li qawîşê girtiyekî bi tayê dikeve heye. Carinan ji ser hişê xwe diçe, lê gardiyan mudaxile nakin. Loma zirarê dide xwe. Got, 'Li girtîgehê revîr heye, lê me nabin revîrê.' Ji bo van daxwazên xwe dest bi greva birçîbûnê kirine. Tenê doza heqê xwe dikin. Ji bo mirov karibe bijî pêdivî bi hin tiştan heye. Lê li wir ew jî tunene."    Bûlût, bal kişand ser qanûna înfazê ya girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin û bang li rayedaran kir: "Zarokên me ji ber fikrên xwe hatine girtin. Bila hiqûq ji bo her kesî wekhev pêk bê. Bang li midûrê girtîgehê jî dikim. Daxwazên wan ne ew daxwazin ku neyên qebûlkirin. Nabêjin me berdin û bibin şahiyê. Tenê avê dixwazin, ma mirov bê av dikare bijî."    BANG LI MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ KIR    Bûlût, gazî midûrê girtîgehê jî kir û got: "Bang li midûr dikim: Demek berê li Mêrdînê grevên birçîbûnê dest pê kirin. Piştî daxwaz hatin qebûlkirin bi dawî bû. Naxwe gava mirov bixwaze dikare bike. Banga min jî ew e ku ew jî ji bo van daxwazan biwijdan tev bigere. Bila ew û girtiyan rûnên biaxifin. Heger daxwaz neyên qebûlkirin wê kes nikaribe girtiyan bigire. Em jî heya dawiyê li cem zarokên xwe ne. Em nikarin wan bi mirinê re rû bi rû bihêlin. Madem wisa, em ê jî herin çi dikin ji zarokên me bila li me jî bikin."