Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir 2020-07-04 09:11:21   HATAY - Li Samandagiyê polîsan gef li malbata S.O. xwaribûn. Piştî vê malbatê giliyê polîsan kiribû. Lê belê dozgeriyê lêpirsîn bi "neşopandinê" bi dawî kir. Her wiha îtiraza ji bo biryara dozgeriyê jî hat redkirin.    Li navçeya Samandag a Hatayê S.O., ji ber tev li kampa havînê ya Kovara Kaldiraçê ya li Datçaya Mûglayê bû û tev li nîşandana belgefîlma ku mijara wê jiyana Emel Korkmaz dayika Alî Îsmaîl Korkmaz bûye di 6'ê Kanûna 2019'an de polîsan ew taciz kiribû. Her wiha polîs çûbûn mala wê û ji malbata wê re gotibûn: "Keça we li kendal li serê hemana ye. Hindik maye bikeve. Careke din em ê bi vî awayî li deriyê we nedin. Em çawa bên em ê keça we bibin."    Li ser vê S.O., li Serdozgeriya Komarê ya Samandagiyê giliyê polîsan kiribû. Dozgeriyê jî der barê du polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê belê dozgeriyê bi hinceta ku delîl tunene lêpirsîna der barê du polîsan de bi "neşopandinê" bi dawî kir.    Piştî S.O. li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Hatayê îtiraz kir. Lê belê dadgehê jî biryara dozgeriyê esas girt û îtiraza wê red kir.