19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-07-03 20:02:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 186.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 172 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 203 hezar û 456 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 186.