Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an 2020-07-03 16:29:06   SAKARYA – Di teqîna fabrîkaya fişekên hewayî de hejmara miriyan derket 4’an û 97 kes birîndar bûne.    Di teqîna fabrîkaya fişekên hewayî ya li navçeya Hendekê ya Sakaryayê de kur û da mirî û birîndar hene. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca çû cihê bûyerê û daxuyanî da. Koca diyar kir ku bi giştî 186 karker dixebitin û heta niha gihîştine 100 kesî. Koca da zanîn ku îro 20 kes nehatine kar û 16 kes heta niha ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Koca got 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û yek jê giran 97 kes birîndar bûne.