Tuncel û Kişanak nehatin berdan 2020-07-03 15:47:17   MELETÎ - Danişîna 6’emîn a doza darizandina siyasetmedarên jinên kurd Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak hat dîtin. Her du siyasetmedar nehatin berdan.    Danişîna 6’emîn a doza Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Piştî darizandina Kişanak û Tuncel li 18'emîn Daîreya Edliyeya Herêma Dîlokê hat xerakirin danişîna wan ji nûve dest pê kir. Tuncel û Kişanak, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê, tevlîbûna sînora danişînê bi sînor hat girtin.    Kişanak û Tuncel, têkildarî girtina xwe parastin kirin û operasyona li dijî siyasetmedarên jin şermezar kirin. Kişanak û Tuncel, xwestin parastina xwe ya resen di danişîna bê de, li bêşberî dadgehê bikin. Parêzeran xwestin ku rewşa girtina muwekîlên wan li ber çavan bên girtin û bên berdan.   Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, daxwaza berdana siyasetmedarên jin red kir û danişîn taloqî 4’ê îlonê kir.