Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin 2020-07-03 15:07:41 ENQERE – Polîs rojanemgeran asteng dikin û destûr nadin serokên baroyan bişopînin. Cezayê mesafeya civakî li rojnamegeran birîn. Nûnera Arti TV a Enqereyê Sîbel Hurtaş hat binçavkirin.  Serokên baroyan li dijî pêşnûmeya guhertina pergala baroyan a li Meclîsê li serê tê axaftin li ber deriyê Meclîsê çalakiya xwe didomînin. Serokên baroyan ji bo li dijî qedexekirina çalakiya xwe gilî bikin û daxuyanî bidin ber bi Edliya Enqereyê ve derketin rê. Rojanemgeran xwest çalakiya serokên baroyan bişopînin lê belê polîsan mudaxileyî rojnamegeran kir. Polîsan bi hêceta ku rojnamegeran mesafeya civakî binpê kiriye ceza li nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya û Arti TV birî.    ROJNAMEGER SÎBEL HURTAŞ HAT BINÇAVKIRIN    Her wiha polîsan nûnera Arti TV a Enqereyê rojnameger Sîbel Hurtaş jî binçav kir. Sîbel Hurtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku polîsan ew binçav kiriye û dema polîsan ew biriye qereqolê muameleya xerab lê kirine.    POLÎSAN LI PARLAMENTER DAN    Parlamenterên li qadê bertek nîşanî polîsan dan ku destûr nadin rojnamegeran. Di navbera polîs û parlamenteran de rageşî qewimî. Parlamenterê CHP’ê yê Mereşê Alî Oztunç diyar kir ku ji ber sedemên wiha hêsan kes nikare li rojnamegeran ceza bibire û bertek nîşanî polîsan da.    Polîsan li parlamenter Oztunç da û heqaret lê kirin. Parlamenteran diyar kir ku ew wî polîsî tespît bikin û giliyê wî bikin.