6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn 2020-07-03 14:51:13 AMED – Dadgehê ji ber xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedarê kurd Hamît Geylanî birî. Geylanî got “Ez 5 caran di hepsê mam bila ev jî bibe cara 6’emîn. Em li cihê xwe ne.” Bi boneya siyasetmedarê kurd Hamît Geylanî di sala 2011’an de beşdarî xebatek yekîtiya neteweyî ya kurd ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye birêvebirin bûye doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat li darxistin. Geylanî beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Serdar Ozer amade bû. Dozger biryara xwe eşkere kir û xebata yekîtiya neteweyî ya kurd ku Geylanî beşdar bûye wek sûc dît û xwest dadger heta 15 salan ceza li Geylanî bibire.    OZER: DELÎL NÎNE    Parêzer Serdar Ozer parastin miwekîlê xwe kir û got ji bo vê sûcariya li miwekîlê wî tê kirin jî tu delîlek şênber nîne û xwest Geylanî were beratkirin.    CEZA LÊ HAT BIRÎN    Dadger xwesteka parêzer red kir û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Geylanî birî û derketina derveyî welat jî ji bo Geylanî qedexe kir.    GEYLANÎ: DARAZ PETIYAYE    Siyasetmedarê kurd Hamît Geylanî têkildarî cezayê lê hatiye birîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew ji ber di sala 2011’an dema Serokê Giştî yê BDP’ê bûye beşdarî xebata yekîtiya kurdan a KCD’ê bûye û bi vê yekê tê sûcdarkirin. Geylanî bertek nîşanî cezakirinê da û got: “Axaftin nîne. Tiştek ku sûc teşkîl bike nîne. Tenê ez çûme wir. Bêyî ku delîlek hebe ceza hat birîn. Ez ne endamê KCD’ê me. Heke dadgeran ceza neda min wê ji aliyê îqtîdarê ve bihatana sirgûnkirin. Ev jî tê wê maneyê ku daraz kurmî bûye. Ev yek bi xwe re gelek pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî tîne. Ez 5 caran di hepsê mam bila ev jî bibe cara 6’emîn. Em li cihê xwe ne.”