Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2020-07-03 14:32:18   ENQERE – Serokên Baroyan ku li ber meclîsê çalakiya rawestînê didomînin, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Serokên Baroyan ji bo pêşnûmeya pir-baroyan ku hikûmeta AKP'ê anî rojeva meclîsê, li meclîsê neyê erêkirin, rawestîna xwe ya li ber Meclîsê berdewam dikin. Bi sedan polîs li dora serokên baroyan kom bûne û serokên baroyan dorpêç kirine. Polîs destûr nadin ku rojnameger biçin çem Serokên Baroyan û bi wan re hevdîtin bikin. Serokên Baroyên Trabzon, Mûş, Amed û Çewlikê yên li pêş deriyê Çankaya yê Meclîsê kişandine ji ajansa me re şandin.    BUDANCAMANAK: GUH BIDIN DENGÊ ME    Serokê Baroya Çewligê Hanifi Budancamanak anî ziman ku ev zagon raste rast parêzer û baroyan eleqeder dike û wiha got: "Ev pêşnûma zagonê bêyî nerîn û fikrên baro û parêzeran bigirin amade kirin. Em vê yekê îtîraz dikin. Divê nerîn û rexneyên me ji bên girtin. Dema vê zagonê niqaş dikin divê li serokên baroyan û parêzeran jî guhdar bikin. Ev ev zagon bi saqince ye. Dê elehiyawelatiyan bavêjin talûkeyê. Dê zerorê bidin serdestiya darazê û hiqûqê. Em dixwazin guh bidin dengê me. Niha rojnamegeran naxin hundir û naxwazen em daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo parastina me bi hêz û xurt be em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.    SUÎCMEZ: DÊ DARAZÊ BI XWE VE GIRÊ BIDIN   Seroka Baroya Trabzonê Sîbel Su Îçmez jî anî ziman ku dixwazin bi vê yekê bi temamî darazê bi xwe ve girê bidin û wiha got: "Têkildarî vê pêşnûmayê fikra me pir aşkere ye. Ev pêşnûma dê zerarê bide hiqûqa Tirkiyeyê. Xizmetê nade Tirkiyeyê. Baweriya mirovan a li hemberî darazê dê nemîne. Bi vê guhertinê dê dewleta hiqûqê û edalet ji holê rabe. Ger ku edalet ji holê rabe dê dewlet jî ji holê rabe. Bi vê yekê dê baro siyasî bibin û di navbera parêzeran de berberî zêde bibe. li vir fikara me parastina gel e. Me gelek caran ani ziman. Lê mixabin hikûmet vê yekê nabihîze.    AYDIN: EM Ê RAWESTÎNA XWE BIDOMÎNIN   Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin. anî ziman ku li gel serokên baroyên din şevê din hatin vir û wiha axivî: "Em nêzî 25 serokên baroyan li vir hene. Îro dê hêjmara me zêde bibe. Dê nêzî 60 serokên baroyan bi mere bin. Serokên baroyan xwestin biçim meclîsê û tev li niqaşên Komîsyona Dadê bibin. Lê ev daxwaza serokên baroyan red kir. Tenê xwestin 3 serokên baroyan tev li civînê bibin. Me jî xwest serokên hemû baroyan beşdar bibin. Em di vê daxwaza xwe de israr dikin. Em ê rawestîna xwe û çalakiya xwe ya li vir berdewam bikin. Em ê têkoşina xwe berdewam bikin."    Aydin, anî ziman ku "Mîtînga Parastinê" bi hinceta vîrûsê betal kirine û wiha got: “Mîtinga me ya parastinê ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin. Ger ku talûkeyek hebe ew jî li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ye. "   TAŞ: HER KES LI DIJ E    Serokê Baroya Mûşê Feridun Taş, jî anî ziman ku li gel baroyên herêmê derketin rê û wiha got: "Em şevê din hatin ber meclîsê. Çalakiya me heta serê sibê berdewam kir. Me xwest bi rayedarên îqtîdarê re hevdîtin bikin. Lê me encam negirt. Divê serokên baroyên me têkevin meclîsê û tev li niqaşan bibin. Serê sibê serokên baroyên me yên din jî tev li vê çalakiyê bûn. Me Serokên 80 baroyan xwest vê pêşnûmayê paşve bikişînin."