Nêzbûna Fransa û Almanyayê? 2020-07-03 14:28:09 AMED - Nivîskarê e-rojname Ahmet Aktaş, bal kişand ser têkiliyên di navbera Fransa û Almanya de û got: Xurtbûna têkiliyên di navbêra Almanya û Fransayê de gelek balkêş e. Ji bo dîzayna vê sedsala nû, aktorên li pêş niha li gel DYA û Rûsyayê, Çîn, Fransa û Almanya jî berendam in. Helbet di Rojhilata Navîn de, yê herî bi rêxistin û bi hêz, xwedî îrade û rêberî ye gelê kurd e. Ji ber vê li herêmê aktora yekem e.    Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, vê hefteyê bi sernavê "Nêzbûna Fransa û Almanya" cih da têkiliyên di navbera 2 welatan û welatên serdest ên Rûsya û DYA'yê. Dîsa li ser rola Kurdan a herêmê rawestiya.    Nivîsa Aktaş a di e-rojname de bi lînka:  wiha ye:    Xurtbûna têkiliyên di navbêra Almanya û Fransayê de gelek balkêş e. Bi taybetî piştî bûyerên vê dawiyê yên li Lîbyayê, danûstandina van her du dewletan hîn zêdetir derketin ber çavan û bala raya giştî gelekî kişandin ser xwe.   Bê guman ev têkiliye, ne bi tenê yên van demê dawî ne û ne tenê têkiliyên her du dewletan bi tenê ne.   Weke ku tê zanîn û pir bi berfirehî ketiye rojeva cîhanê ku di vê sedsala 21’emîn de li hemû cîhanê bendewariya dîzayneke nû heye. Ew serokatiya dubendiya cîhanê ya di navbera DYA û Rûsyayê de, êdî riziya ye, gav bi gav parçe dibe, diyar e ku her du serkêş jî êdî nikarin weke berê serkêşiya bendên xwe bikin.   Li aliyekê xurtbûna Çînê, li aliyê din dewletên YE’yê li hemberî her du serkêşan an jî bi serê xwe dixwazin rêyekê ji xwe re hilbijêrin. Di nava van dewletan hemûyan de, him nakokî, him rakêşî û heta çendin ne yekser li hemberî hev be jî, bi rêya hevalbendên xwe, li hinek deveran şer û pevçûn jî heye.   Li ser vê belaya Covîd-19 jî, gelek ji wan hevdu tawanbar dikin. Lê em vê tawanbariyên wan ên li dijî hev dikin bidin rexekê, encama vê nexweşiyê jî li ser nakokiyên van dewletan bandoreke xwe heye. Belê bi bingehîn, bêhtir piştî bûyerên Efganistanê û Iraqê ev nakokî germ bûn. Bi giranî jî li ser şer û cenga li Sûriyeyê û Lîbyayê dijwar bû û ev dewlete hîn aşkeratir hatin hemberî hev.   Ev mijara, cîhanî û sedsalî ye û gelek berfirehe. Lê ez ê niha tenê bi giranî li ser xala Fransa û Almanyayê rawestim. Nakokiyên rêberê her du dewletan jî, li gel Trump zêde bûne û her dibin jî.   Mijara avakirina Arteşa Ewropayê, hem DYA û hem jî Stoltenbergê NATO’yê zêde aciz kiribû. Yê ku pêşengiya vê projeyê kiribû Macron bû, Merkel û Spanyayê jî piştgiriyê didê.   Li ser Sûriye û Lîbyayê jî, ava wan di cuhekekê de neherikiya. Di van rojên dawî de şer li Lîbyayê jî dijwartir dibe. Hema hema kîjan dewleta li gel kîjan hêz û dewletê ye zelaltir dibe. Niha yên gelek dijberî hev in, di rû re Tirkiye û Fransa ne. Belê eniyê dijber firehtir e. DYA û Qeter û hwd. bi Tirkiyeyê re li gel Serrac in. Rûsya, Fransa, Almanya, Yewnanistan, Qibris, Siûdî, Îmarat Erebî û hwd. li gel Hefter in.   Bêgûman weke min li sernivîsê jî daye diyarkirin, mijara herî balkêş û derdikeve pêş û di raya giştî de bêhtir mijara guftugoyê ye; helwest û têkiliyên di navbera Fransa û Almanyayê de ne.   Weke ku tê zanîn Almanyayê ji bo çareserkirina pirsgirêka Lîbyayê li Berlînê malovanî kir. Îcar niha hîn germtir, dixwaze bi Fransayê re pêşengtiyê ji vê pirsgrêkêre jî bike û hîn jî zêdetir diçe û hewldanê ji bo serkirdeya YE’yê jî dike.   Ji 1’ê vê mehê ve serokatiya YE’yê jî hilda ser milê xwe. Beriya wê bi rojekê Macron li bajar Meseberg ê Almanyayê hevdîtineke dûr û dirêj bi Merkel re kir. Li pey vê, Fransayê duh ragihand ku hêza xwe ji tetbîqeta NATO’yê ya Behra Spî kişandiye! Ji xwe demekî nêz beriya niha Macron gotibû; ‘NATO ji hêla mejî ve êdî mirî ye.’ Sedem jî, çima keştiya Tirkiyeyê yên şer, keştiyên wan tacîz kirine û NATO hesab ji Tirkiyeyê ne pirsiye? Her wiha çima Tirkiye ambargoya çekan a li ser Lîbyayê xera dike û hwd. û NATO dengê xwe jê re nake?   Ji xwe Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Haîko Maas jî bi israr dibêje ‘Dewletên ku ambargoya çekan a li ser Lîbyayê têkbirine divê werin aşkerakirin û hesab jê were pirsin!’ Ev jî dide nîşandan ku dixwaze Tirkiyeyê tawanbar bike. Ji ber ku demek beriya niha Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonî Guteres, navê dewletên ambargo têkbiriye aşkera kiribû û di serê rêzê de dewleta tirk nîşan dabû!   Her wiha Haiko Maas duh di daxuyaniya xwe de bang li hemû wezîrên karên derve yên welatên Ewropayê kir û ew ê di roja 13’ê tîrmehê de bicivin. Mijar bi tenê li ser Tirkiyeyê ye û têkbirina ambargoya çekan a li ser Lîbyayê ye.   Ji aliyeke din ve jî, H. Maas li gel Wezîrê Karên Derve yê Îtalya û Fransayê, bi belavokekê bang kirine ji bo agirbes li Lîbyayê çêbibe, di çarçoveya peymana Berlînê de.   Bi kurt û kurmancî weke encam mirov dikare bibêje ku ji bo dîzayna vê sedsala nû, aktorên li pêş niha li gel DYA û Rûsyayê, Çîn, Fransa û Almanya jî berendam in. Helbet di Rojhilata Navîn de, yê herî bi rêxistin û bi hêz, xwedî îrade û rêberî ye gelê kurd e, lewma ew jî di qada xwe de, di herêmê de aktor e û berendamê yekemîn e. Ji xwe bi taybetî jî di Rojava de, weke mînak û model, xwe bi raya giştî re daye nasandin û heta radeyekê xwe daye pejirandin jî. Lewma, bêguman di her hesabî de (pozîtîf-negatîf), Tevgêra Azadiya Gelê Kurd jî heye.