Ji ber çalakiyên ji bo Cizîrê der barê 18 parêzeran de lêpirsîn hat vekirin 2017-12-30 09:10:36 STEBOL -  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê 18 parêzerên ku bertek nîşanî pêkanînên li Cizîrê dan, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “Di civîn û meşan de li gel hişyarkirinê jî nebelavkirina jixweber” îdianame amade kir.  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “Di civîn û meşan de li gel hişyarkirinê jî nebelavkirina jixweber” der barê 18 parêzeran de îdianame amade kir. Di 15’ê Îlona 2015’an e parêzaran ji bo êrîşên li hemberî gel ên li Cizîra Şirnexê protesto bikin li Tunela li Beyoglûyê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Çalakî ji aliyê Huqûnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzerên hevdem, Komeleya Parêzerên hevdem, Huqûqnasên ji Bo Demokrasiyê, Daîreya Huqûqê ya Malên gel, Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz hatibû organîzekirin. Ji bo lêpirsîna ku der barê parêzeran hat vekirin de, wek delîl daxuyaniya ku dane û çalakiya wan a rûniştinê ku piştî polîsan meşa wan asteng kir hat lidarxistin hat nîşandan.    Navê parêzerên ku der barê wan de îdianame hatine amadekirin ev in: Avni Guçlu Sevimli, Banu Guveren, Baran Dogan, Diren Yeşil, Ebru Timtik, Ercan Kanar, Gokmen Yeşil, Guray Dag, Huseyin Bogatekin, Mehmet Umit Erdem, Mustafa Ruzgar, Naciye Demir, Neziha Eken, Onur Şahinkaya, Ramazan Demir, Sezin Uçar, Sinan Zincir, Can Atalay.    Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 36’emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin.