Saçilik: Divê Komîsyona OHAL'ê biryara der barê Gulmen û Ozkaça bide 2017-12-30 09:09:09 STENBOL – Velî Saçilik anî ziman ku Komîsyona Lêkolînê ya Kiryarên Rewşa Awarte li ser “mijûlkirinê' hatiye avakirin û wiha got: "Bi taybetî dibê komîsyona biryara der barê Gulmen û Ozakça de rojek berî rojekê aşkere bike.  Ji bo mexdûriyetên ji ber Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) de xwe dane der ji holê bên rakirin di 22’yê Gulana 2017’an de Komîsyona Lêkolînê ya Kirariyên Rewşa Awarte hatibû avkirin û heta niha 103 kesî serî lê daye. Komîsyonê biryara xwe ya der barê kesên ku hatine îxrackirin de çend roj berê da û di 22’yê Kanûna 2017’an de lêkolînên xwe qedandin û ji bilî daxuyandina 300 dosyeyî de tu daxuyanî nedan.    Civaknas Velî Saçilik ku 417 roj in li Kolana Yukselê ya Enqereyê ji bo vegere ser karê xwe têdikoşe, ji bo Komîsyona Lêkolînê ya Kirariyên  Rewşa Awarte diyar kir ku hin dik maye di ser avakirina komîsyonê de salek derbas bibe û derdorên hikûmetê dibêjin “Komîsyona birryar daye, wê bide” û wiha domand: “Di roja 75’an a çalakiya Nûriye û Semîh de Wezîr bu xwe gotibû ‘wê di demeke kurt de biryarê bide. Hûn dev ji greva birçîbûnê berdin.’ Niha grev ketiya roja 296’an, lê hîn jî biryarek nehatiye dayîn.” Saçilik got ku komîsyon li ser ewarekirinê hatiye avakirin.   Saçilik diyar kir ku li gor tiştên di nûçeyan de dertên heta niha der barê 100-300 kesî de biryar hatiye dayîn û wê biryar teblîxî van kesan bê kirin. Saçilik destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û huqûqa giştî bireve di bin navê “Komîsyona Rewşa Awarte” de serî li lîstikekê daye û wiha got: “Heke di salekê de der barê 300 kesî de biryar dabe, nexwe dê der barê zêdeyî 100 kesî de jî di 20 salî de biyarê bide.”    ‘JI BO AZADIYÊ EM Ê LI KUÇEYAN BIN’    Saçilik destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ji bo wan zaf girîng e û ji ber vê divê Komîsyona Rewşa Awarte bi taybetî biryara der barê Gulmen û Ozakça de bide. Saçilik got ku ji bo ew vegerin ser karê xwe wê têkoşîna wan a li kuçeyan dewam bike û ev tişt gotin: “Di vê warî de Komîsyona Rewşa Awarte me eleqedar nake. Ya me elqedar dike huqûqa me û azadiya me ye. Ji ber vê em ê ji bo azadiyê li kuçeyan bin. Em ê tim li hemberî hukumetê bin.”    MA / Muhammed Dogru