Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê 2020-07-02 12:27:18     NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş, derbarê Peymana Stenbolê ku ji bo pêşîgirtina tundiya li jinan tê kirin hatibû îmzekirin ev tişt got: “Çawa ku li gorî ûsulê hat îmzekirin wê li gorî ûsulê jî ji derve.”   Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş, derbarê Peymana Stenbolê daxuyanî da. Kûrtûlmûş, derbarê Peymana Stenbolê ku ji bo pêşîgirtina tundiya li jinan tê kirin, hatibû îmzekirin got ku çawa ku li gorî ûsulê hat îmzekirin wê li gorî ûsulê jî ji derve.   Peymana Stenbolê, di 11’ê adara 2011’an de li Stenbolê ji îmzeyê re hatîbû vekirin û di 1’ê tebaxa 2014’an de jî ket meriyetê. Peyman heta niha Tirkiye jî di nav de ji aliyê 20 welatên endamên Konseya Ewropayê ve hatiye îmzekirin.