Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin 2020-07-02 12:04:12   STENBOL - Danişîna doza derbarê nûçegihanên rojnameya Cumhuriyetê Alîcan Ûlûdag û Dûygû Guvenç de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Danişîna doza bi îdîaya di nûçeya Keşe Brunson a bi ser navê “Lêkçûyîna dîplomasiya dilgirtinê” de “Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê kêm xistin” a derbarê nûçegihanê darazê Alîcan Ûlûdag û nûçegihana dîplomaniyê Dûygû Guvenç ên rojnamegeriyên Cumhuriyetê de hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Çaglayan a Stenbolê hat dîtin.    Parêzerê Dûygû Guvenç di danişînê de amade bû. Parêzerê Alîcan Ûlûdag hincet nişanda û beşdarî danişînê nebû.   Parêzerê Guvenç, îdîa redkirin û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Dadgeha ku hinceta netevlîbûna parêzerê Alîcan Ûlûdag qebûl kir, danişîn taloqî 22’yê Cotmehê kir.