‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin 2020-07-02 12:02:21   STENBOL – Danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ya 8 sal in didome û 46 rojnameger jê tên darizandin hat taloqkirin.    Danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 8 sal in didome û 46 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamegerên tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên dozê Ozcan Kiliç, Gulîzer Tûncer, Zelal Pelîn, Mehtap Acar Ûlûs û Hatîce Yilmaz di danişînê de amade bûn.    Ji ber guhertina şandeya dadgehê zabitên berê hatin xwendin. Dozger xwest ku kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.    Parêzera rojnameger Çagdaş Ûlûs, Mehtap Acar Ûlûs parastina miwekîlê xwe kir û xwest were beratkirin.    Parêzer Ozcan Kiliç jî xwest derbarê miwekîla wî Yuksel Genç de biryara ji danişînan rizgarbûyî were girtin.     Şandeya dadgehê xwesteka parêzeran red kir û danişînê taloqî 1’ê kanûna 2020’an kir.