Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin 2020-07-02 11:36:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û parazvanên mafên mirovan li gelek navendan, bi minasebeta salvegera 2'ê Tîrmehê komkujiya Sêwasê ya 33 rewşenbir, hunermend, nivîskar hatin qetilkirin, bernameyên bibîranînê li dar xistin.    Rêxistinên civakî û demokratîk û nûnerên partiyên siyasî bi minasebeta 27'emîn salvegera 2'ê Tîrmeha 1993'an ku li Sêwasê 33 rewşenbir, nivîskar hunermend hatin qetilkirin, li gelek navendan bernameyên bibîranînê li dar xistin. Meclîsa Baweriyan û Gelan a Kongreya demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya kesên hatin qetilkirin bibîr bînin daxuyaniyek nivîskî weşandin. Meclîsa Bawerî û Gelan a HDK'ê diyar kir ku komkujiya Sêwasê li pêş çavê dewletê pêk hat û wiha got: "27 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj komkujî nehatiye ronîkirin. Hêj bersûc nehatine darizandin û cezakirin. Doza komkujiya piştî çend salan bi hinceta dem boriye belatkirin. Di sûcê li dijî mirovahiyê de dem tu carî nabere. Bi vê betalkirina dosyayê qatilê 33 canan parastin. Em dixwazin komkujî bi dawî bibin û hesap ji kujeran bê pirsîn."