Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn 2020-07-02 11:13:07 MÛŞ - 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê, li endamên Meclîsa DBP’ê yên berê Bermal Bîrtek û Ergîn Balta her yek 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Dadgeha herêmî cezayê 10 sal û 6 meh bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” li encamên Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên berê Bermal Bîrtek û Ergîn Balta birîbû. Dadgeha Îstînafê ya Erziromê, ev biryara dadgeha herêmî betal kiribû û biyar dabû ku Bîrtek û Balta ji nû de bên darizandin. Danişîna dozê ya ji nû ve hat dîtin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin.   DADGEHÊ HEMAN CEZA DA    Bîrtek a girtî û Balta yê di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa Le ya Patnosa Agiriyê de dimîne, bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Parêzerên Bîrtek û Balta jî, di danişînê de amade bûn. Bîrtek û Balta, îdîa û sûcdariyên li ser xwe red kirin û daxwaza beraeta xwe kirin. Parêzeran jî, heman parastin kirin. Dadgehê piştî parastinan, 10 û 6 meh li Bîrtek û 10 û 6 meh cezayê girtîgehê li Balta birî. Dadgehê bi vî awayî heman ceza li Bîrtek û Balta birî.