Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin 2020-07-02 11:05:54   AMED – Derket holê ku ji aliyê deyndêran ve hêcz hatiye ser hesabên Şaredariya Rezan. Ji bo ku ji deyndêrên xwe bireve, şaredariyê hemû neguhêzbarên xwe  firot. Li gorî angaştê 5 milyon deynê diyarkirî  yê  şaredariyê heye.    Parastina şaredarê  tayînkirî yê Şaredariya Rezan Huseyîn  Beyoglû ku valakirina qaseyê û  kirina bin deyn a şaredariyê red dike, yeko yeko  pûç dibe. Derket holê ku deyndêran hêcz daniye ser hesab  û  neguhêzbarên ku nikarin  ji  cemaweriyê  re bên terxankirin ên Şaredariya Rezan ku ji aliyê  Beyoglû ku ji bo kişandina qrediya 160 milyon TL’yî 3 caran ji meclisa şaredariyê raye xwestibû ve tê birêvebirin.  Li gorî angaştê 5 milyon TL deynê şaredariyê yê tê zanîn heye. Ji bo ku ji deyndêrên xwe bireve, şaredariyê hemû neguhêzbarên xwe firot.    JI BER DEYNA 3  DIKAN FIROTIYE   Hat hînbûn ku Beyoglû herî dawî 3 dikanên şaredariyê yên Sûka Peynirvanan firotine. Parêzer Soran Haldî Mizrrak ku xwest ji bo deynê muwekîlê xwe li gorî biryara 9’emîn Daîreya Îcrayê hêcz deyne ser neguhêzbarên şaredariyê hîn bû ku di Pergala Tapû û Qadastroyê  (TAKBÎS) de tu nêguhêzbarekî şaredariyê tuneye.   5 KESAN HÊCZ DANÎNE SER HESABÊN ŞAREDARIYÊ   Yek ji kesên ku deynê wî li şaredariyê heye û deynê wî nehatiye razandin jî Huseyîn Nazli ye. Nazli ku ji ber derketina xwe ya ji kar doz li şaredariyê vekir, ji bo ku deynê xwe ji şaredariyê bigire hêcz danî ser hesabên banqa û PTT’ê yên şaredariyê. Lê ji ber ku beriya wî ji aliyê 4 kesan v e hêcz li ser hesaban  hatiye danîn  ew  ket dora  5’emîn.