Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e 2020-07-02 10:37:10 WAN – Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Wanê Mûrat Melet diyar kir ku ji mirina penaberên li Wanê pêk tê îqtîdar û Walîtiya Wanê berpirsiyar in.    Li Gola Wanê keştiyek penaberan di 27’ê hezîranê de noqî avê bû. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de heta 6 cenaze ji binê avê hatine derxistin. Tevî ku 4 roj bi ser bûyerê re derbas bû jî hêj keştî nehatiye dîtin. Tê gotin ku ji 60 penaberî zêdetir di keştiyê de bûne. Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mûrat Melet têkildarî mijarê axivî.    ‘ÎQTÎDAR BERPIRSIYAR E’   Melet anî ziman ku penabertî ne qeder e însan bi darê zorê ji warên xwe tên koçberkirin û ew ji cihên xwe bi hêvjiya jiyanek xweş û aram derdikevin rê lê nagihîjin armanca xwe. Melet diyar kir ku navnîşana yek ji cihên ku herî zêde penaber lê jiyana xwe ji dest didin sînorê Wan û Îranê û Gola Wanê ye û heta îro bi hezaran penaber li Wanê jiyana xwe ji dest dane û di 2 salên dawî de jî hejmara mirina van penaberan zêde bûye. Melet da zanîn ku berpirsiyariya hatina însanan a Tirkiyê îqtîdar e û ji bo ev însan nemirin divê îqtîdar hemû tevdîrina bixe dewrê û bigire. Melet diyar kir ku berpirsiyariya mirina penaberan a îqtîdarê, Walîtiya Wanê, muxalefetê û hemû civakê ye û tişta dikeve ser milê wan pêk naynin. Melet got li Wanê walî ji bajêr berpirsiyar e û walîtî berpirsiyariya xwe nayne cih.