Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir 2020-07-02 10:15:43 WAN – Di karesata lehiyê ku li navçeya Erdîşê çêbû de 70 mîh mirin û gelek mal û axuran xesar dît. Gundiyên ku canê xwe bi zorê xelas kirin, diyar kirin ku lehî ji ber bûzên avê yên biçûk ku li çem hatine bicihkirin rabûye.    Li gundê çilkaniya yê navçeya Erdîşê ya Wanê, di 30’ê hezîranê de taviyên baranê bûbûn sedema lehiyê. Di lêhiyê 70 mîh li ber lehiyê çûn û mirin. Dîsa gelek mal û axurên li gund xesar dîtin. Li geliyê ku gundê Çilkaniya lê hatiye avakirin, li dijî ava baran û berfê tu bergirî nehatine girtin. Gundiyan, diyar kir ku bûzên avê yên li çem hatine bihckirin ji ber ku biçûk in xitimîne û berê avê ji çemê daketiye nav gund.    ‘MEXDÛR BÛN’   Gundiyê bi navê Dîlaver Yildiz, tiştên ku li gund pêk hatin vegot û ev tişt anî ziman: “Baran û zîpika ku ji nişkeve dest pê kir, bû sedema lehiyeke ku gef li tevahiya taxê xwar. Ez 65 salî me, cara yekemîn min baraneke wiha zêde dît. Heke deriyên axura min ne hesin bûna dê hemû mîhên min li ber lehiyê biçûna. Hemû mîhên birayê min li ber lehiyê çûn û mirin. Zexîre, rez û baxçeyên me hemû li ber lehiyê çûn. 10 ton kaya min a ji bo zivistanê jî li ber lehiyê çû. Em gelek mexdûr bûn.”   70 MÎH MIRIN   Ji mexdûrên lehiyê Sînan Yildiz jî da zanîn ku piştî baranê lehî ji nişkave rabû û av heta metreyan bilind bû û wiha got: “Heke lehiyê hinekî din jî berdewam bikira wê hemû malên me li ber biçûna. Ji ber ku qenala avê xitimî lehî rabû û ber bin av gund ve hat. 70 mîhên me mirin. Gelek ji wan jî ji berk u piyê wan şikiya me ew ser jê kirin. Hesinên şaneşînan jî ber wan ketin. Em ketin etriya canê xwe. Heke bûz hinekê din jî mezin bûna wê lehî nebûna sedema ewqas xesarê.”   ‘ZAROKÊN MIN BI ZORÊ XELASBÛN’    Gundiya bi navê Makbûle Yildiz jî da zanîn ku zarokê wê bi zorê ji lehiyê hatine xelaskirin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Ji ber lehî ji nişkava rabû, em nizanibûn ku çibikin. Maliyên me mîhan didotin. Di vê kêliyê de lehî rabû û kurê min zarokên xwe rakir şaneşînê û wan xelas kir. Kurekî min di nav lehiyê de ma û xwe bi zorê xelas kir. Piştî ku kurê min bi lehiyê re çû ji ser hişê xwe çû. Şikir me ew xelas kir. Di wê kêliyê de me tenê li çokên xwe dixist. Weke gund em gelek mexdûr bûn. Em dixwazin vê mexdûriyeta me bê derbaskirin.”