Gelê Kirmanşanê li dijî rejîma Îranê daket kolanan 2017-12-29 17:22:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirmanşanê gel li dijî zem û siyaseta birçîkirinê ya rejîma Îranê daket kolanan û çalakî li gelek devaran belav dibin.  Piştî Meşhedê Kirmaşanî jî îro li dijî bihakirina tiştan û siyaseta birçîkirinê ya rejîma Îranê daketin qadan. Xwepêşandeneke girseyî li Kirmaşanê pêk tê û tê gotin ku li Sine jî xwepêşandan bê lidarxistin. Welatiyên Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê îro daketine qadan û li dijî siyaseta birçîkirinê û bihakirina bazarê ya rejîma Îranê çalakiyeke nerazîbûnê ya girseyî lidar dixin. Di çalakiyê de dirûşmên azadî ji bo zindaniyên siyasî jî têxwastin û heya van kêliyan jî berdewam dike.    Eger astengiyeke cidî dernekeve li gorî çavkaniyên herêmî radigihandin piştî saeta 16:00'an li bajarê Sine jî xwepêşandan pêk were.    Berê niha hefteyekî li bajarê Îsfehan, Arak û herî dawî jî duh li Meşhedê jî çalakiyên girseyî yên nerazîbûnê hatibûn lidarxistin. Ev jî weke berdewamiya  pêla nerazîbûnê ya li hember siyaseta birçîkirin û feqîr kirina gel ya li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye.    Li Kirmaşan bi dirûşmeya ‘ji bo girtiyên siyasî azadî’ xwepêşandanê destpê kir û xwepêşanderan wêneyên Xumeynî û Xameniyan şewitandin.    GELEK CIH HATIN ŞIKANDIN Û ŞEWITANDIN   Di xwepêşandanê de gelek camên avahî û navendên hikumet û bankan hatin şikandin. Her wiha Şîrketa Xatim Alanîa ya Sopayê Pasran jî hate şewitandin. Hêzên ewlehiyê bi jop û bombeyên gazê êrîşê xwepêşanderan kir. Xwepêşanderan jî bi kevir û daran bersiv dan û dirûşma "Bimire Ruhanî" berz kirin. Her wiha xwepêşanderan dirûşmeyên ‘Ji bo girtiyên siyasî azadî" berz kirin.    Hêjayî gotinê ye ku her diçe rewşa aboriya Îranê xerabtir dibe. Ev 6 meh in karmend û yên teqawît bûne mûçe wernegeritine. Her wiha beşek ji bankên taybet ku pereyê gelek kesan wergirtin, niha jî pere nîne ku bidin xwediyên pereyan.