Serlêdana malbatan hat redkirin 2017-12-29 16:19:53 STENBOL – Serlêdana hevdîtinê ya malbata Ocalan û her sê girtiyên din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.  Xwîşk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana malbatê ji aliyê Serdozgeriyê ve hat redkirin.    Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî yên li heman girtîgehê dimînin bi riya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin. Serdozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.