Dayikên Şemiyê dê sibê findan pê bixin 2017-12-29 16:09:23 STENBOL – Dayikên Şemiyê dê sibê li Qada Galatasarayê findan pê bixin û wê bêjin “Hêviya me ya sala nû ew e ku windayên me bên dîtin.”  Dayikên Şemiyê bi daxwaza windayên wan bên dîtin, aqûbeta wan aşkere bibe û kiryar bên darizandin ji 27’ê sala 1995’an ve her rojên şemiyan li Qada Galatasaray a Stenbolê li hev kom dibin. Dayikên Şemiyê vê carê dê sibê êvarê bi boneya sala nû li Qada Galatasarayê findan pê bixin. Dayikên Şemiyê ragihand ku ew ê sibê bêjin “Hêviya me ya sala nû ew e ku windayên me bên dîtin” û li qadê bin.    Dê civata Muzîkê ya Bandîsta jî piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê.   Dayikên Şemiyê sibê êvarê saet di 19.00’an de bi banga “Tu jî bi findek destê xwe bêje ‘Dayika min a Şemiyê’ deng bide strana me” her kesî vexwindin Qada Galatasarayê.