‘Vînek siyasî ya hêzdar dikare kuştina Elçî çareser bike’ 2017-12-29 15:55:13 AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku li gel 2 sal bi kuştina Tahîr Elçî re derbas bû jî tu pêşketinek tune ye û got: “Kuştina Elçî bi vînek hêzdar a siyasî dikare bê bê çareserkirin.”  Baroya Amedê ji bo serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin di hefteya 107’emîn de li ber Edliya Amedê çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de Serokê Baroyê Ahmet Ozmen axivî.    Ozmen diyar kir ku li gel 2 sal bi ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bû jî tu pêşketinek tune ye û got: “Kuştina Elçî bi vînek hêzdar a siyasî dikare bê bê çareserkirin. Em carek din bang li rayedaran dikin ku berpirsyara xwe bînin cih.”    ‘2017 SALEK XERAB BÛ’    Ozmen komkujiya Roboskî bibîr xist û wiha dewam kir: “Tahîr Elçî li gelek dosyeyên ‘kiryarên ne diyar’ û yên mafê mirovan hatin binpêkirin dişopand. Her wiha kekê Tahîr li dosyeya Roboskî dinêrî û dişopand. Di warê binpêkirina mafê mirovan, demokrasî û edalet3e de sala 2017’an salek herî xerab bû. Bi hêviyê em salek xweş derbas bikin, em sersala tevahiya alema cîhanê pîroz dikin.”    ‘HEKE BIXWAZIN 24 SAET BES E’    Pişt re Racî Bîlîcî axivî û destnîşan kir ku heke dewlet bixwaze dikare di 24 saetan de kiryarên Tahîr Elçî derbixe û bûyerê ronî bike.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.