Hilweşandina avahiyên Kirklar Daxiyê dest pê kir 2017-12-29 15:11:59 AMED – Li Kirklar Daxiyê ya Amedê avahiyên hatibûn çêkirin, piştî  Dadgeha Îdarî ya 1’emîn a Amedê plana îmarê betal kir dest hi hilweşandina avahiyan hat kirin.  Di sala 2008’an de ji bo li Kirklar Daxiyê ya li Pira Deh Derî dinere, tesîsên civakî û çandî û qadên hêşîn bên çêkirin, daxwaza rêvekirina ji bo îmarê hatibû tesdîqkirin, lê belê bi hinceta ji bo ji bilî qada çandiniyê bê bikaranîn destûr ji Desteya Parastina Axê nehatiye stendin ji aliyê Dadgeha Îdarî ya 1'emîn a Amedê ve hatibû betalkirin.    Piştî vê betalkirina îmarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hilweşandina avahiyan îhaleyê da şîrketek taybet. Piştî îhale dan şîrketê komên hilweşandinê dest bi hilweşîna avahiyan kir.