Sebahat Tuncel: Em ê li dijî hişmendiya yek tîpî serî hildin 2017-12-29 11:07:20 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel derbarê KHK’a ku herî dawî hat weşandin de, diyar kir ku pêkanîna kincên yek tîpî êrîşek li dijî rûmet, maf û azadiya mirovan e û wiha got: “Ev bê rûmetiya ku tê xwestin li ser me bê ferzkirin em tu caran nepejirîn in.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Hejmara 1'emîn a  Tîpa F a Kandirayê têkildarî KHK’a ku di 24'ê Mijdarê de hat weşandin, peyamek şand. Tuncel, bal kişand ser rejîma OHAL-KHK'ê û wiha got: “Ev yek bandorê li ser siberoja gelan dike. Rejîma yek zilam ku parlamentoyê bêwesif kiriye, tarîtiya ku Tirkiye dijî kûrtir dike û Tirkiye ber bi lîstûkekê ve dibe.”     Tuncel di pemaya xwe de ev tiştin gotin: “   "Dewlet bi KHK’ên herî dawî dixwaze sûcên mirovahiyê dike, binpêkirina kedê û cihêkirinên dike bixe bin ewlehiya xwe. Kiryara kincên yek tîpî êrîşa li dijî rûmet, maf û azadiya mirovan e. Em bêrûmetiya ser me tê  ferzkirin qebûl nakin. Em ê tenê kincên yek tîpî neçirîn in û ne avêjin, em ê li dijî vê hişmendiyê serî hildin.    Du KHK’ên herî dawî hatin derxistin ewlehî û azadiya hemû gelan û jinan dike xeteriyê. Divê li dijî vê  dengek hîn bi hêztir bê berzkirin. Desthilatdarî ku pesindariya xwe ya  'em ê taşeronan bikin kadro' dide, bi vê yekê dixwaze pergala mêtingeriyê û rastiyan veşirê, vê ji bo xwe weke amûr bikar tîne.”