‘Li dijî yek tîpî dê berxwedanek mezintir derbikeve holê’ 2017-12-29 11:05:45 AMED - Endamê Komeleya 78’an Bakî Kaymak, têkildarî biryara 'Cilên yek tîp' axivî û wiha got: “Li dijî 'cilên yek tîp' dê berxwedanek ji salên 80’î mezintir derkeve holê.” Bertekên li dijî biryara 'Cilên yek tîp' ya bi KHK’ê hat qebûlkirin, didomin. Girtiyan di peyamên xwe de, diyar kirin ku dê tu carî kincên yek tîpî qebûl nekin û li berxwe bidin.  Endamê Komelaya 78’an Bakî Kaymak ku di serdema Kenan Evren  de li dijî pêkanîna kincên yek tîpî li berxwe da, diyar kir ku dê li girtîgehan berxwedanek hîn mezintir derbikeve holê.    ‘HEYA EM JI SER HIŞÊ XWE DIÇÛN LI DESTÊN ME DIXISTIN’   Kaymak, anî ziman ku di salên 80’î de li girtîgehan pêkanîna kincên yek tîpî pir li ser wan hat ferz kirin û wiha got: “Pir zore ku mirov îşkenceyên wê serdemê vebibêje. Di qawîşên 25 kesan de, em 57 heval lê diman, cih nebû em bi şev lê razin û serê sibê jî em radibûn îştimayê. Di dema  razanê de dengek biçûk jî derbiketa, gardiyenan ji bo me şiyar bikin û derbixin derve bangî nobedarên qawîşê dikirin, an jî destên me  di mazgalan de derdixistin û heya em ji ser hişê xwe diçûn li destên me dixistin.”      ‘KINCÊN YEK TÎPÎ LI SER ME FERZ KIRIN’   Kaymak, da zanîn ku di dema girtîgehê de bû, wî şahidî ji du berxwedanên mezin re kir û wiha bilêv kir: “Di berxwedana destpêkê de me hin maf bi dest xistin û nerimbûn çêbû. Ev rewş qebûl nekirin. Dûre cardin mekanîzmayên dîsîplînê kirin dewrê. Vê carê pir bêrehin ser me de hatin. Îşkenceyên pir giran li mirovan kirin. Hevalên me yên ji ber îşkeceyê mirin hebûn. Vê carê hevalên me dest bi greva birçîbûna mirinê kirin. Li hemberî sekna me ya bibiryar vê carê jî kincên yek tîpî ferzî me kirin.”   ‘BI BERXWEDANÊ ME BERSIV DA’   Kaymak, dest nîşan kir ku wan bi berxwedanê bersiv da kincên yek tîpî û wiha domand: “Her roj ser du sê qawîşan de digirtin, hevalên me salona sînemayê kom dikirin û kincên yek tîpî ferzî wan dikirin. Me got teqez em van kincan li xwe nakin. Ger me pêkanîna kincên yek tîpî qebûl bikira, me dê hemû pêkanînên din jî qebûl bikiran.”     ‘XWESTIN BI KINCÊN YEK TÎPÎ GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN’   Kaymak di dewama axaftina xwe de wiha got: “Xwestin bi kincên yek tîpî girtiyan teslîm bigirin .Kenan Evren dixwest me hemûyan di girtîgehan de teslîm bigire. Ji ber ku hemû mirovên di girtîgehan de welat parêz, demokrat, pêşketî, xwendekar û ronakbîr bûn. Bi vî awayî xwest koku kurdan tune bike.”   ‘DÊ BERXWEDANEK MEZIN DERBIKEVE HOLÊ’   Kaymak, desthilatdarî hişyar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “AKP polîtîkayên salên 80’î dixwaze tevbigere, lê bi vê yekê şaşiyek mezin dike. Dê rastî berxwedanek hîn mezintir bê ev pêkanîn. Ji ber di girtîgehan de hîn zêdetir xwendekar, ronakbîr û mirovên welatparêz ên şoreşger ku bedelên pir giran bûha dane, hene. Bang li girtiyan dikim ku serî netewînin û li ber xwe bidin. Berxwedan jiyane.”