Dozger ji bo polisên diz hewcetî bi lêpirsînê nedît 2017-12-29 09:23:42 COLEMÊRG - Dozger ji bo 40 hezar pereyê ku di bûyera Necmettîn Fendîk yê ji aliyê polîsan ve di mala wî de hate kuştin ji aliyê polisan ve hate dizîn hewcetî bi lêpirsinê nedît û ji hevjina wî Kûdret Fendîk re wiha hat gotin: "Ka tu vî 7 hezar lîreyî bibe, dibe ku em yên din jî bidin." Di 18'ê Tîrmeha 2017'an de li Taxa Gongur a Gevera Colemêrgê polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn. Hevjina Fendîk Kûdret Fendîk ya ku tevî 9 zarokên xwe di şert û mercên zorde jiyana xwe didomîne dema ku li Dozgeriya Geverê îfade ji bo 40 hezar pereyê wan ku ji aliyê polîsan ve hatiye dizîn dida dozger gotiye "Tu vî 7 hezar lîreyî wergire yên di em ê paşê bidin" û  bi vê bersivê xwestiye ser dozê bigire. Fendik diyar kir ku dozgerê ku diviya der barê sûcdaran de lêpirsin vekirina ji wan re wisa gotiye û wiha axivî: "Di berîka hevjinê min de 250 TL hebû. Lê ew dibêjin 7 hezar heye û ji vêya pêştir pere tune ye. Dema ku hevjinê min hate qetilkirin şalê wî li ser nebû. Her wiha li ser wî pere jî tûne bû. Tenê 250 TL di şalê wî yê li odeyê bû de hebû."   PEREYÊ KU POLÎS DIZÎ KEDA SALAN BÛ!   Fendîk anî ziman ku dema hevjinê wê hatiye kuştin 40 hezar lîre yê ku di nav nivîna de bû ji aliyê polîsan ve hatiye dizîn û wiha berdewam kir: "Necmetîn di nav koçberî, zordeyî û îşkenceyê de ev pere kom kir. Me qsmekî vî pereyî mala xwe ya ku di dema qedexeya derketina derve de hatibû şawitandin ava kir. Yên mayî jî ji bo rojên pêş me hilanî. Hevjinê min di înşeatan di şert û mercên zorde ev pere qezenc kiribû. Eger nehatana wê di deweta hevalê xwe de bibûna birazava û hinek ji vî pereyî ji bo vê veqetandibû." Fendîk destnişan kir ku piştî hevjinê wê hatiye kuştin wê ji bo kuştina hevjînê xw, îşkenceya li ser malbatê û pereyê ku hatiye dizî serî li dozgerê daye lê heta niha tu lêpirsîn nehatiye vekirin.   BERIYA KU JI ALIYÊ POLISAN VE NEHATIBÛ KUŞTIN POLÎS EW DIŞOPANDIN   Fendîk diyar kir ku hevjinê wê li ber çavên zarokên wê hatiye kuştin û ev tişt gotin: "Heta ku dilopek xwîn di bedena min de hebe ez ê dev ji doza Necmettîn bernedim. Bila polîsê ku hevjinê min kuşt bê cezakirin, bila pere jî ji wan re be. Efrîna min a 6 mehî avêtin xwarê, zarokên min û ez hatin îşkencekirin. Ser de Necmettin li xwarê hiştin heta ku mir û paşê  gazî Ambûlansê kirin." Fendîk da zanîn ku yên hevjinê wê kuştine li ber çavên wan çek xistine destê wî.   Fendîk got ku beriya ku Necmettîn nehatibû kuştin jê re gotiye 3 roj in polîs wî dişopînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dema qedexeya derketina derve de û pişt re jî wî tehdît dikirin. Li înşeatê dixebitî, lê polîs wî her tim dişopandin. Paşiyê êrîşî malê kirin, wî li ber çavên zarokên wî kuştin û çek xistin destê wî. Dîmenên cihê bûyerê dikişandin, carinan kamerayê digirtin. Ji wesayitên xwe poşet dianîn cihê bûyerê. Di van poşetan da çek hebûn û dane destê Necmetîn. Ji bo şopa tiliyê wî li ser çekê çê bibe jî hinek tişt hatin kirin."   MA / Fethî Balaman