Prof. Dr. Turmen: Em dê îktîdarê bêzar bikin 2017-12-29 09:05:43 STENBOL -  Berdevkê DÎB’ê Prof. Dr. Riza Turmen kampanyaya “Em Tirkiyeyeke bê OHAL dixwazin” nirxand û wiha got: “Em ê bi vê kampanyayê torên pêwendiyê çêkin. Bi pêkanîna vê tora pêwendiyê em ê îktîdarê nerihet bikin û bibin ‘mêşa kera’ ya Sokrates.”  Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) çend roj berê kampanyaya “Em Tirkiyeyeke bê OHAL dixwazin” da destpêkirin. Berdevkê DÎB’ê Prof. Dr. Riza Turmen kampanya nirxand û wiha got: “Em ê bi vê kampanyayê torên pêwendiyê çê bikin. Bi pêkanîna vê tora pêwendiyê em ê îktîdarê nerihet bikin û bibin ‘mêşa kera’ ya Sokrates.”    Turmen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîma demokrasiyê tune ye û ji bo têkoşîna ji bo demokrasiyê yekîtî şert e. Turmen bi lêv kir ku heke têkoşîneke perçebûyî hebe û her kes ji bo xwe bitêkoşe wê têkoşîneke kartêker dernekeve holê.” Turmen anî ziman ku ew demekê li ser ew ê çawa yekîtiyê peyda bikin fikirîne û biryareke ku ew dikarin bi riya toran peyda bikin derketiye holê. Turmen  ev tişt gotin: “Rêxistinbûyîna bi awayê torî, rêxistinbûyîneke pêwendiyê ye û hemû ûnsûr û kirdeyên vê têkoşînê, bi awayekî wekhev girêkên wê torê ne. Helbet partiyên siyasî, STK jî daxilî vê yekê ne. Divê di nava vana de pêwendiyek bê danîn. Hiyerarşî û serokê van pêwendiyan tune ne, rêxistinbûyîneke berwarî ye. Heke em vana pêk bînin wê zaf bandorker bin. Di şert û mercên Tirkiyeyê yên niha de têkoşîna herî kartêker ku ji bo gel bibe cihê hêviyê ev e. Çimkî ger ev tor bê avakirin, wê gel bê serwextkirin, wê ji pozîsyona hilbijêr derkevin û bizanibin ku welatî ne, wê ji pozîsyona temaşekeriya siyasetê derkevin bibin lîstikvanê siyasetê.”    'NE BÎRDOZÎ DEMOKRASÎ’    Turmen destnîşan kir ku ji bo rewşa welat ya niha, fikra ‘tiştekî bê kirin nemaye’ fikrekî xelet e û wiha domand: “Gelek tiştên bên kirin hene. Em ê li Amedê, Edîrneyê, Colemêrgê her hefte van toran ava bikin. Ya ku em dikin di heman demê de demokrasiya beşdariyî ye. Divê pirsgirêka kurdî jî di çarçoveya demokrasiya beşdariyî esas bê girtin û çareserkirin.” Turmen got ku di bernameya wan de bîrdozî tune ye, yekane rojeva wan demokrasî ye û wiha got: “Demokrasî tiştekî ku mirov li dor wê dibe xelek. Ji vê tore ne bîrdozî, wê vîneke kolektîf derkeve hole. Li vir a muhîm ne peydakirina yekîtiya bîrdozî ye, vîneke kolektîf a li dor demokrasiyê ye. Bi pêkanîna vê tora pêwendiyê em ê îktîdarê nerihet bikin û bibin ‘mêşa kera’ ya Sokrates.”    Endamê Koordînasyona DÎB’ê Kadîr Akin jî anî ziman ku Rewşa Awarte veguheriye rewşeke birûkûpêk. Akin destnîşan kir ku her kes bi bertekdar e, lê belê ev bertekdarî bi awayekî parçekirî derdikeve û ji bo xeteke hevpar derkeve holê têkoşîna ji bo demokrasiyê divê. Akin bi lêv kir ku ya bi tora pêwendiyê tê gotin jî ew e ku ev têkoşîna perçe perçeyî bê cem hev û bi awayekî berdar bê bikaranîn.