Cenazeyê Murat Saat dê li Semsûnê defin bikin 2017-12-28 15:49:16 BALIKESÎR - Cenazeyê girtiyê li Girtîgeha Bandirma jiyana xwe ji dest da Murat Saat, piştî rapora otopsiyê dê li bajarê wî Samsûnê defin bikin.  Girtiyê nexweş Murat Saat ê di 13'ê kanûnê de li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tîpa T a Bandirmayê krîza dil derbas kir, ji ber dereng mudaxale kirin û li şûna ambulansê bi rîngê birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Saat piştî rapora otopsiyê dê bişînin warê wî Havza ya  Samsûnê. Saat ê 21 salin girtî ye û rastî cezayê muebetê hatibû, li nexweşxaneya ku lê hatibû razandin jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Saat birin Morga Saziya Tipa Edlî ya Bursayê. Cenazeyê Saat piştî li taxa Boyalica merasim bê kirin dê di goristana taxê bê defin kirin.