Komkujiya Roboskî 6 sal li pey xwe hişt: Roboskî bar û êşa herî giran e 2017-12-28 15:28:33 NAVENDA NÛÇEYAN – Bi munasebeta 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskî li gelek navandan çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya de wiha hat gotin: “Roboskî destpêk û dawiya meşa edaletê ye. Barê herî giran wîjdan bixwe ye.”  Li gundê Roboskî ya girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 welatî ji aliyê balafirên şer ve hatin bomberankirin û jiyana xwe ji dest dan. Qurbaniyên Roboskî li gelek navendan bi çalakiyan hatin bibîranîn.    EDENE   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi daxwaza bila kujerên bûyerê bên darizandin li Parka Ataturkê daxuyanî da. Yên beşdarî daxuyaniyê bûn dowîzên “Ji bo Roboskî edalet” hildan.    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Îlhan Ongur diyar kir ku li gel 6 sal bi ser bûyerê re derbas bû hêj berpirsyar nehatine darizandin û got: “Ji dîrokê ve heta niha li Tirkiyeyê gelek komkujiyên pêk hatine kujer ji hiqûqa bêcezakirinê feyde girtine. Heta kesên komkujî pêk anîne hatine xelatkirin. Komkujiya Roboskî sabikaya desthilatdariya AKP’ê ya 15 salan e. Roboskî tenê ne komkujî ye, qêrîna dîroka xizanî û dengê yên din in. Roboskî destpêk û dawiya meşa edaletê ye. Barê herî giran wîjdan bixwe ye.”    Piştî daxuyaniyê girseyê bi çalakiya rûniştinê çalakiya xwe dawî kir.    WAN   Li Wanê jî Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Wekîlê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, rêveberên HDP, DBP û gelek kes beşdar bûn. Pankartên wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan li ser hatin daliqandin.    Rêveberê HDP’ê ya Wanê Azîm Yacan daxuyanî da û bal kişand ser hemû geşedanên der barê komkujiya Roboskî û got: “Çiqas dem bi ser komkujiya Roboskî re derbas dibe bila bibe, heta berpirsyar neyên darizandin girtin, bûyer neyê ronîkirin, dê aramiyek civakî ya adilane jî pêk neyê. Em ê destûr nedin jibîrkirina komkujiya Roboskiyê.”    SÊRT    Li Sêrtê jî rêveberên HDP’ê û DBP’ê welatiyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di civîna li avahiya HDP’ê ya Sêrtê de ku hat lidarxistin rêveberê HDP’ê Kamuran Kalkan axivî û got: “Tirkiye welatek bi komkujiyan tê bibîranîn. Ji Sêwazê heta Mereşê, ji Gaziyê heta Roboskiyê yek komkujiyek nehat ronîkirin. Komkujiya Roboskî ji aliyê balafirên şer ve pêk hat û li gel di bin berpirsyara dewletê de pêk aht jî ser dosyeya Roboskî hat girtin. Tenê ne dilê Roboskiyê şewitî. Dilê her kesek xwedî bi wîjdan şewitî. Em ê emaneten pîroz ên 34 canên me li çiyayê Roboskî hişt bi rêzdarî di dilê xwe veşêrin û birêzdarî bibîr bînin.”