Welatî destûrê nadin malên wan bên rûxandin 2017-12-28 14:31:18 STENBOL - Welatiyên li dijî projeya veguherandina bajar ên taxên Yenîdogan û Yildiztabya yên Gazîosmanpaşayê derketin, dan zanîn ku ew ê destûr nedin malên ku ew lê hatine dinê bên rûxandin. Meclisa Mafê Xwe Hewandinê ya Gazîosmanpaşayê bal kişand ser "veguherandina bajêr" a li taxên Yenîdogan û Yildiztabya yên navçeya Gazîosmanpaşaya Stenbolê, aşkera kir ku malên wan tên rûxandin û ew ê vê yekê qebûl nekin. Civîna li Şaxa Hejmar 4 a Egîtîm Senê pêk hat de, pankarta "Hasan Tahsîn Usta em ê Taşlitarlayî bi te nedin rûxandin" vekirin û Şaredarê Gazîosmanpaşayê şermezar kirin.   Berdevka Demî ya Meclisa Xwe Hewandinê Canan Can, aşkera kir ku di rêza yekemîn a veguherandina bajarvaniyê de Gazîosmanpaşa heye, ji ber wê gelek malbat dixwazin malên xwe hilweşînin. Can da zanîn ku di serî de ew ê mal, kuçe, tax, park û hemû qadên xwe yên jiyanê biparêzin û destûrê rûxandinê.   Makbule Ekîncî jî destnîşan kir ku ew ji sala 1950'î vir ve li taxê dijîn, kesên bixwazin malên wê ji destê wê bigirin, dê li ber xwe bide û wiha axivî: "Weklî ku nameyên evînê bişînin, ji min re her dem nameyan dişînin. Ez ê nedim rûxandin. Berê di dadgehan de cîranên me canên xwe dan. Pêwîst bike ez ê jî canê xwe bidim û nehêlim mala min bê rûxandin."