Komelya 78’an: Armanca ‘Cilên yek tîp’ girtiyên kurd in 2017-12-28 14:10:37 AMED – Komeleya 78’an li dijî sererastkirian “Cilên yek reng” daxuyanî da û got ku ev pêkanîn ne li dijî girtiyên FETO ye û hedefa sereke girtiyên kurd û welatparêz in.  Komeleya 78’an a Amedê li dijî KHK’iyên hatin weşandin û bi KHK’iyan sererastkirina “Cilên yek tîp” civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya komeleyê pêk hat, endamên komeleyê û Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Di civînê de Serokê Komeleya 78’an Ganî Alkan daxuyanî da û bal kişand ser 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskî û got ku dixwazin komkujiyê bi temamî bidin jibîrkirin.    ‘PÊŞÎ VEKIRINA ÎŞKENCEYÊ YE’    Alkan pişt re daxuyaniya derbarê KHK’iyan de xwend û got: “AKP welat ber bi aloziyek mezin ve dibe. Bi KHK’iyan hem vîna siyasî tune tune dike û hem jî li dijî gelan, kedkaran û hemû baweriyan êrîşên bêhiqûq dike. Em van pêkanînan ji pêkanînên Kenan Evren ên 12’ê Îlonê nas dikin. Sepandina kincên yek tîp êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê û civakê ye. Ev pêkanîn ne li dijî girtiyên FETO ye û hedefa sereke girtiyên kurd û welatparêz in. Dixwazin bi vê sererastkirinê pêşya îşkenceyê vebikin.”