Parezerên Ocalan cara 717'emîn xwestin biçin Îmraliyê 2017-12-28 12:17:04 STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 717'an daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.  Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 717'an daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê. Parêzeran bi vê serlêdanê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha cara 717’an daxwazname dan serdozgeriyê.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 716 serlêdanên wan ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye" û herî dawî jî bi sedema "OHAL" heye hat redkirin.