Umutê 4 salî sewqî nexweşxaneyek din kirin 2017-12-28 11:49:50 ÊLÎH - Umut O. yê 4 salî ku polîsan li Hezexê bi maşînê birîndar kir û piştî 8 rojan li nexweşxaneyek taybet hat dermankirin, sewqî nexweşxaneyek din hat kirin.  Li Navçeya Hezexê ya Şirnexe polîsan di 17'ê Kanûnê de bi maşîneyê Umut O. yê 4 salî bi giranî birîndar kiribû. Malbate Umut rakiribûn nexweşxaneyek taybet a Êlihê. Umut, piştî 8 rojan li nexweşxaneya taybet a Êlihê hat dermankirin, ew sewqî nexweşxaneyek din kirin.  Umut, piştî demek dirêj çavê xwe vekir û hat ser hişê xwe. Malbata Umut, diyar kirin ku ji ber şert û mercên nexweşxaneyê kêm bûn wan Umut sewqî nexweşxaneyek din kirine û dermankirina wî ya li venêrtina zêde berdewam dike. Her çend Umut çavê xwe vekiribe jî hêj nikare bi axive.    Bijîşkan diyar kir ku ji ber av di kezeba Umut de kom dibe nikare bi hêsanî bêhn bide û bistîne. Malbat li bendê ye ku tenduristî û siheta Umut baş bibe û bi hevalên xwe re bilîze.