Hebîb: Em ne wekî kesayetî û kom, wekî rêveberî dixwazin tev li civîna li Soçiyê bibin 2017-12-28 11:45:45 QAMIŞLO - Endamê Konseya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hîkmet Hebîb, bal kişand ser civîna li bajarê Soçiyê ya Rûsyayê pêk tê û aşkera kir ku ew ne wekî kes an jî kom, wekî rêveberî xwe amade dikin ku tev li civînê bibin. Piştî DAIŞ li Sûriyeyê têk çû, di çarçoveya lêgerînên çareseriya siyasî de, dê di 29'ê Çileya 2018'an de li Soçiya Rûsyayê Kongreya Diyalogê ya Neteweyî bê lidarxistin. Heta niha di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Cenevreyê 8, di garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de li Astanayê 7 û li Riyadê 2 caran rejîm û komên "muxalîf" hatin gel hev, lê tu pêşketin dernexistin holê.   Hêj dê kîjan hêz tev li civîna li Soçiyê bibin, ne diyar e, berdevkên gelên li Federasyona Bakûrê Sûriyeyê amadekariya tevlibûnê dikin. Endamê Konseya Neteweyî ya Ereb û Konseya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hîkmet Hebîb, aşkera kir ku ew ne wekî kes an jî kom, wekî rêveberiya Bakurê Sûriyeyê amedekariyên tevlibûna civîna li Soçiyê dikin.   XETA SÊYEMÎN   Hebîb da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk ji bo hemû gelan pêk were, ew rêya sêyemîn esas digirin û wiha got: "Bi têkoşîna YPG/YPJ û QSD’ê destkeftîyên mezîn ketin destê gelan. Bi vê re ji bo pirsgirêk çareser bibe em li gorî hin porjeyan cuda tev digerin. Ji derveyê me hêzên navneteweyî jî ji bo pirsgirêk çareser bibe, hin civînên cuda lidarxistin."   CIVÎNÊN BÊ ENCAM MAN: CENEVRE, ASTANA, RIYAD…   Hebîb destnîşan kir ku gelek civîn li Cenevre, Astana û Riyadê pêk hatine, lê ji ber ku kurd dawetê civîna nekirin, hemû bê encam man û wiha pê de çû: "Civîna 8'emîn a Cenevreyê jî wekî yê din bê encam ma. Astengiya herî mezin a li pêşberî vê jî Tirkiye bû. Ew naxwazin kurd û hevgirtiyê wan di çareseriyê de cih bigirin.   ‘RÊVEBERIYEKE ME HEYE’   Hebîb anî ziman ku ji bo krîza li Sûriyeyê çareser bibe, divê ew jî di van rûniştinan de cih bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî berdevkên MSD'ê amade ne, lê em ê ne wekî kes an jî kom. Rêveberiyeke me heye. Heke tevlibûn hebe dê wekî rêveberî tevlibûn pêk bê. Divê ji partiyên siyasî jî tevlibûn hebin. Heke li ser navê rêveberiya Bakurê Sûriyeyê dawet ji me re bê em amade ne tev li civîna li Soçiyê bibin. Em li vir bang li Rûsyayê jî dikin; divê Tirkiye û hêzên wekî wê bandorê li sercivînê nekin. Divê di civînên wiha de hêzên wiha bi serkeftî nernekevin."   ‘EM Ê WEKÎ RÊVEBERÎ BIÇIN SOÇIYÊ’   Hebîb aşkera kir ku Tirkiyeyê dixwaze tevlibûna wan a Soçiyê asteng bike û bertek nîşanê vê nêzikatiya Tirkiyeyê jî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo krîza li Sûriyeyê çareser bibe, ev civîn gelekî girîng e. Divê civîna li Soçiyê di navbera hêzên li Sûriyeyê de pêk bê. Divê hêzên derve bandorê li ser vê yekê nekin. Me çawa li dijî DAIŞ û terorê dest dabe destê hev, divê bi heman şeklî ji bo çareseriya siyasî jî em bên gel hev. Divê Sûriye bibe federalî û her kes bi awayekî azad bijî. Ji hin cihan ji me re dawetên taybet tên. Em ê wiha tev li nebin. Heke pêk bê em ê wekî rêveberî tev li bibin."   MA / Nazim Daştan