33 kes bi îdîaya 'propagandayê' hatin binçavkirin 2017-12-28 11:40:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan serê sibê hemwext li Enqere, Edene û Mêrsînê, bi îdîaya li ser medya civakî “Propagandaya rêxistinê kirine” 33 kes binçav kir.  Polîsan serê sibê hemwext li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de bi îdîaya di parvekirinên medyaya civakî de “Propagandaya rêxistinê kirine” û “Endamê rêxistinê ne” 15 kes binçav kirin. Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Gulîstan Yavuz, Ahmet Altunkiliç, Şahîın Topuz, Serpîl Koksal, Ramazan Karakoç, Hayatî Konukçu, Tayfun Îşçî, Umut Yilmaz. Hat diyar kirin ku operasyona hîna didome û tê payîn ku binçavkirin zêdetir bibin.    LI EDENÊ JÎ 18 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li navçeyên Yuregir, Sariçam û Ceyhan ên Edeneyê jî, polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Li bajêr der barê 18 kesan de 5 sal berê bi sedema makîneyek kar şewitandin û di medyaya civakî de parvekirine bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirin” doz li wan hatibû vekirin. 18 kesên doz li wan hatibû vekirin hatin binçavkirin.     LI MÊRSÎNÊ JÎ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan li Mêrsînê jî di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Piştî lêgerînê, polîsan endamên Meclisa Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Cansu Esenlî, Muhîttîn Uluçay û Ugur Avci binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin sedema binçavkirinê nehat zanîn. 3 es birin Midûryeta Polîsan a Mêrsînê.