Saziya tenduristiyê 2 rapor cuda dan û Ozkan terkî mirinê kir 2017-12-28 11:06:17 AMED - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ji ber bûyera Tuggeneral Bahtiyar Aydin hat girtin û 21 sal e di girtîgehê de ye, heman saziya tenduristiyê du raporên cuda ji bo nexweşiyên wî da. Di raporekê de sedî 87 astengdar e, di raporekê de jî dibêje ku pirsgirêkên wî tune. Di 22'yê Cotmeha 1993'yan de li navçeya Licê ya Amedê, Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan yê amedê Tuggeneral Bahtiyar Aydin hat kuştin, ji ber vê bûyerê Mehmet Emîn Ozkan ê 79 salî bi tena serê xwe ji dozê hat girtin. Di doza Licê de her çendî hat gotin tu girêdana wî pêra tune jî 21 sal e di girtîgehê de ye. Biryara bila Ozkan ji nû ve bê darizandin hat qebûlkirin, lê tahliye nebû. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê du raporên cuda dan Ozkan. Di raporekê de tê gotin ku "Sedî 87 astengdar e (di girtîgehê de nikare bimîne)", di rapora din de jî "Sedî sifir e (dikare di girtîgehê de bimîne)."   Ozkan di heman demê de di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Miroan (ÎHD) de jî cih digire, gelek nexweşiyên wî yên wekî guatir, rovî, dil, tansiyona bilind, di mêjî de werm, çavan de katarak û alzheîmer hene. Ozkan di girtîgehê de 5 caran krîza dil derbas kir, heta niha 4 caran anjiyo bûye. Ozkan di qirika wî de guatra ne baş heye û divê bê emelyatkirin, ji ber ku temenî wî bi pêş ve çûye nikare emelyat bibe. Ozkan ê hişê xwe winda kiriye û her du guhên wî nabihîsin, tenduristiya wî her roj diçe xirab dibe. Ji bo înfaza wî bê rawestandin, malbatê heta niha 5 caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) da, rapora "sedî 87 fonksiyonên laşê wî mirine" danê û tê gotin ku "Ozkan dikare di girtîgehê de bimîne."   HEMAN NEXWEŞXANEYÊ DU RAPORÊN CUDA DAN   Rapora de barê tenduristiya Ozkan de berê ji hêla 10 bijîşkên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ve hat amadekirin, di raporê de hemû nexweşiyên Ozkan tê rêzkirin û tê gotin ku nikare di girtîgehê de bisekine. Ozkan her roj rewşa wî xirabtir dibe, malbata wî serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da û careke din tetkîkên tenduristiyê hatin kirin. Rapora li heman nexweşxneyê hat girtin û îmzeya 9 bijîşkan li binî ye. Tê gotin ku "1 nexweşiya wî ya hişî tune, 2 dê cezayê girtîgehê ji bo wî xetereyan neyne, 3 dikare bi tena serê xwe jiyan xwe bidomîne, 4 ne pêwîst e cezayê wî paşve bê xistin, 5 her dem nexeşiya wî heye, ji bo wê divê 3 mehan carekî bînin kontrolê."   Di çarçoveya raporê de Serdozgerê Komarê yê Amedê, biryar da ku hikumxwar cezayê xwe li girtîgehê bikişîne.   'TU TIŞT NAYÊ BÎRA WÎ'   Keça Ozkan Selma Ozkan, da zanîn ku ew ji ber biryara dozgeriyê mehtel mane, ji ber nexweşiyên kronîk, her roj du caran bavê wê radikin nexweşxaneyê. Ozkan, diyar kir ku dibe a niha jî agahiya mirina bavê xwe bigire û wiha axivî: "Ji ber îşkenceyên giran, nexweşiyên wî zêde bûn. Tu tişt nayê bîra wî."   MA / Lezgîn Akdenîz