Li gor dadgehê kurd ne nîjadeke cuda ne! 2017-12-28 09:13:33 STENBOLÊ - Dadgeha Cezayê Giran a 35’emîn a Stenbolê di biryareke ku daxuyand de, derpêş kir ku fikrên ku dibêjin kurd nîjadeke cuda ne malzemeyên propagandayê ne.  Dadgeha Cezayê Giran a 35’emîn a Stenbolê di hinceta biryareke ku daxuyand de gotinên ecêb gotin. Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye ciwana bi navê Esra Asyili di 25’ê Îlona 2017’an de hat girtin. Hîn di ser girtina wê re rojek derbas nebûbû, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianameya wê amade kir û di çarçoveya TMK 7/2’yan doza cezakirina wê hat xwestin. Di danişîna dozê de li Asyiliyê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” kiriye sal û 6 meh ceza hat birîn. Lê belê heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber sûc bi riya weşanê hatiye kirin cezayê wê derxist 2 sal û 6 mehan. Paşê dadgehê di biryara ku da de, dema girtina Asyiliyê li ber çavan girt û biryara berdana wê da.    Lê belê dadgehê di biryara xwe de cih da gotinên ecêb. Di biryarê de wiha hat gotin: “Wek nîjadeke cuda nihêrîna li kurdan, wek erdnîgariyeke cuda nihêrîna li Kurdistanê, nêrîna ku erdnîgariya Kurdistanê dabeşî 4 perçeyan hatiye kirin û kurd tabiî bişavtinê mane malzemeyên porpganadayê ne.” Dadgehê di beşa têkildar de derpêş kir ku bi vî awayî propagandaya rêxistinên çekdar hatiye kirin.