‘Kuştina Araç ê hat îdiakirin ‘întihar kiriye’ nîşaneya qewimînên nû ye’ 2017-12-28 09:12:40 STENBOL - Parêzer Several Ballikaya destnîşan kir ku bi KHK’ya dawî wê raya demokratîk bi her cure riyên çewisandin û tepisandinê re rû bi rû bimîne. Ballikaya got ku mirina Murat Araçê ku hat îdiakirin li emniyetê “întihar kiriye” nîşaneya vê pêvajoyê ye.  Di Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De (KHK) yên Jimare 695 û 696’an de sererastkirinên wek sepandina kincên yek tîpî û bêcezatiya hin sivîlan cih girtin. Huqûqnas, siyasetmevan, rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî van biryarnameyan û hikmên di wan de didin. Parêzer Several Ballikaya got ku her du KHK’ên dawî amûrên bêndengkirina muxalefeta civakiyî ne.    ‘BERÊ JÎ HAT SEPANDIN, LÊ GIRTÎ LI BER XWE DAN’    Ballikaya anî ziman ku bi KHK’yan wê herî zêde binpêkirinên mafan li girtîgehan xwe bidin der. Ballikaya anî ziman ku bi sepandina kincên yek tîpî tê xwestin ku kesan li hemberî civakî teşhîr bikin û bi vî awayî wan biçewisînin. Ballikaya destnîşan kir ku bi vê sepandinê tê xwestin ku peyamekê bidin civakê û wiha domand: “Ev sepandin berê jî hat sepandin. Wê demê girtiyan kincên yek tîpî wek îşkenceyê pênase kirin û li hemberî wê têkoşiyan. Derneketin danişînan. Dema derketin jî bi cilên xwe yên bin derketin. Bi grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bersiv dan. Îro jî ji girtîgehan heman deng bilind dibe.”    Ballikaya bi lêv kir ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê gotin ku ji bilî rewşa girtinê tu mueyîde li ser girtiyan nayên sepandin û wiha got: “Yek ji van welatan jî Tirkiye ye. Divê Tirkiye li gor berpirsiyarên xwe li gor vê peymanê tev bigere. Armanca mueyîdeyê, her wiha dema wek îşkenceyê bê dîtin ji bo vê yekê jî îçtihadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye.” Ballikaya bi lêv kir ku divê bi muxalefeta civakiyî ya hêzdar li hemberî vê yekê bê derketin û wiha got: “Çimkî ev di heman demê de îşareta ku dê di pêşeroj de çi bê serê me ye. Li emniyetê, kuçeyê, li her derî. Îşareta çewisandina ku berberlav dibe. Ez vê wek fetlonekekê dibînim. Ji ber vê divê em bi awayekî giştî li hemberî wê derkevin.”    Ballikaya ji bo madeya 121’emîn a KHK’ya Jimare 696’an jî wiha got: “Ev made madeya ku herî zêde tê nîqaşkirin. Sererastkirina ku dema hêzên paramîlîter li kuçeyan êrîşî mirovan bikin wê cezaya neyê birîn di xwe de dihebîne.” Her wiha Ballikaya destnîşan kir ku ev sererastkirin û sererastkirina ku di dema Serhildana Agirî û Komkujiya Zîlanê de hat derxistin heman tişt in.    Ballikaya anî ziman ku ji bilî dewlet û organên darazê mafê tu kesî tune ye ku biryarê û hikmê bide û bi KHK’ya hat derxistin dewlet îmze avêt bin sererastkirine ku hem îşkenceya li girtîgehê hem ya li emniyetê, hem jî şideta li nêv kuçeyan û hemû kontorlê dixe destê xwe.      'ARAÇ ÎŞARETA VÊ PÊVAJOYÊ BÛ’    Ballikaya bi lêv kir ku AKP bi KHK’ya derxistiye daxwaze hemû raya demokratîk bitepisîne û biçewisîne. Ballikaya destnîşan kir ku mirina Mûrat Araç ê li Antalyayê hat binçavkirin û hat îdiakirin li emniyetê “întihar kiriye” û mirina sivîlên din îşareta vê pêvajoya nû ne. Herî dawî Ballikaya bang li hemû huqûqnas û raya giştî kir, da li hemberî vê rewşê bi awayekî hesas tev bigerin.