Pêlavên kevn li Ewropayê hobî, li Tirkiyeyê pêdivî ye 2017-12-28 09:09:17 MÊRSÎN – Li Mêrsînê Ahmet Şeremetê ku bi salan e pêlavên kevn û qetandî tamîr dike û paşê wan difiroşe wiha got: “Pêlavên kevn li Ewropayê hobî ne, li Tirkiyeyê pêdivî bi wan heye.”  Li Navenda Kar a Metrepolê ya navçeya navendî Akdenîz a Mêrsînê Ahmet Şeremetê ku tamîrkeriya pêlavan dike, pêlavên kevn tamîr dike û paşê wan bi buhayekî guncav difiroşe. Şeremet bi lêv kir ku 20 sal in ew hem pêlavan çê dike hem jî wan tamîr dike. Şeremet got ku li Tirkiyeyê belkî tiştekî yekemîn e ku pêlavên kevn tên tamîrkirin û paşê tên firotin.    'EM PÊLAVÊ TAMÎR DIKIN Û PAŞÊ DIFIROŞIN’    Şeremet destnîşan kir ku bi taybetî li welatên Ewropayê firotina pêlavên kevn pir e û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê cara ewil em li Mêrsînê dikin. Heke li vir balê bikişîne em ê vê yekê berbelavî hemû Tirkiyeyê bikin. Em danasîna pêlavên ji Ewropa û Tirkiyeyê tên dikin û wan difiroşin. Li gel vê em pêlavan jî boyax dikin. Pêlavên em çê dikin, piştî tamîrkirinê em wan derman dikin û boyax dikin. Li navçeyên Pozcû û Mezîtlî yên Mêrsînê mirovên rewşa wan baş pêlavên ku carekê dixin lingên xwe hew dixinê û davêjin. Kesên vana berhev dikin hene. Ji me re tînin. Em jî tamîrata vana dikin û paşê em wan difiroşin. Ji gelek deverên Tirkiyeyê, bi taybetî ji Laleliyê pêlav ji me re tên. Em wan jî bi heman awayî tamîr dikin û wan bi buhayekî guncav difiroşin.”    Şeremet anî ziman ku ew pêlavan didin kesên pêdiviyan wan pê heye jî. Şeremet got ku rewşa hin mirovan ne guncav e ku 250-300 lîreyî bide pêlaveke baş û ew van pêlavên biqalîte bi 15,30 û 50 lîreyî difiroşin. Şeremet got ku li Ewropayê ji bo pêlavên kevn eleqeyeke zêde heye û bi piranî wek hobiyê tên kirin û wiha axivî: “Pêlavên kevn li Ewropayê hobî ne, li Tirkiyeyê pêdivî bi wan heye.”