ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-28 09:00:49   * Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku di sala 2017'an de 99 caran serlêdan kirine û her 99 caran jî serlêdanên wan hatine red kirin.    * Li Mêrsînê Ahmet Şeremetê ku bi salan e pêlavên kevn û qetandî tamîr dike û paşê wan difiroşe wiha got: “Pêlavên kevn li Ewropayê hobî ne, li Tirkiyeyê pêdivî bi wan heye.”    *Piştî tespîtkirina bermayiyên nukleerî, Fabrîkaya Zirincê ya Aslan Avci veguhastin Torbaliyê, lê belê cihê wê yê berê yê li Gazîemîrê talûkeyê dide der. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Huseyîn Kandemîr anî ziman ku li navçeyê bûyerê pençeşêrê zêde xwe didin der û bermayiyên ku divê bên tunekirin, li fabrîkayan tên tunekirin.    *Sepandina kincên yek tîpî ya yek ji sepandinên serdema Hîtler e û li Tirkiyeyê piştî darbeyên 12’ê Adar û 12’ê Îlonê hat ferzkirin, dîroka wê heta serdema koletiyê ya sredema ewil diçe.    *Parêzer Several Ballikaya destnîşan kir ku bi KHK’ya dawî wê raya demokratîk bi her cure riyên çewisandin û tepisandinê re rû bi rû bimîne. Ballikaya got ku mirina Mûrat Araçê ku hat îdiakirin li emniyetê “întihar kiriye” îşareta vê pêvajoyê ye.    *Dadgeha Cezayê Giran a 35’emîn a Stenbolê di biryareke ku daxuyand de, derpêş kir ku fikrên ku dibêjin kurd nîjadeke cuda ne malzemeyên propagandayê ne.    *Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di Komkujiya Roboskiyê de birayekî xwe û 9 xizmên xwe winda kir, têkildarî salvegera komkujiyê nameyek ji girtîgehê şand û wiha got: “Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em li hemberî zaliman û xerabiyê serî netewînin. Zeximkirina hêvî û berxwedanê ye.”    *Yek ji 34 kesên li Roboskiyê hat qetilkirin jî Nevzat Encu yê 19 salî ye. Dayika wî Nahide Encu 6 sal in fanîlê wî yê beriya qetilkirin lê ser wî bû bêhn dike û pê bêhna xe derdixe.    *Lêkolînvan û nivîskar Îkram Îşler bal kişand ser hevşibiyên Qanûna Jimare 1850 ya piştî Komkujiya Geliyê Zîlan hat derxistin û KHK'a Jimare 696'an û ev tişt gotin: "Piştî Komkujiya Zîlanê çawa sîwana dewletê berpirsyarên komkujiyê parastibin, îro jî dê bi vê KHK'ê biparêzin."   *Li Îzmîrê çapemeniya hewzê Nazliye Erkanê wek “bombevan” lanse kiribû. Lê emniyetê di vê der barê de pirsek  têkildarî bombeye jî pirs nekir. Hat hînbûn ku nexweşîna peneşêrê li Erkanê peyda bûye û tenê hevdîtinên wê yên li girtîgehê bi bavê xwe re kiriye jê hatine pirsîn.   *Dayika Endamê PKK'ê Veysi Aktaş ê bi peywira sekreteryaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sewqî Îmraliyê hat kirin 33 meh in agahî ji kurê xwe nagire. Dayika Veysi Aktaş Faika Aktaş, diyar kir ku nêzî 3 sal in agahiyê ji kurê xwe nastîne û nizanin kurê wan dijî an najî. Aktaş, xwest hemû derî bên vekirin û Ocalan azad bibe û wiha got: "Tenê Ocalan dikare aştiyê bîne." Dayika Endamê PKK'ê Veysi Aktaş ê bi peywira sekreteryaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sewqî Îmraliyê hat kirin 33 meh in agahî ji kurê xwe nagire. Dayika Veysi Aktaş Faika Aktaş, diyar kir ku nêzî 3 sal in agahiyê ji kurê xwe nastîne û nizanin kurê wan dijî an najî. Aktaş, xwest hemû derî bên vekirin û Ocalan azad bibe û wiha got: "Tenê Ocalan dikare aştiyê bîne."    * 11'emîn danişîna 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza belgefîlmê 'Bakur/Kuzey' ku bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû vekirin dê li 23'emin Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.15)   * Ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskî di êrîşa balafirên şer ên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan dê li Roboskê bernameya bîranînê bê lidarxistin.    *  Komeleya 78’an a Amedê dê têkidarî biryarên KHK'yan û pêkanînên "Yek tîp" li komeleya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.30)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê dê têkildarî KHK'yan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) dê têkildari girtina parêzeran a 100 rojan li ber edliyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)    * Xizm û malbatên ku zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 414'an de berdewam bike. (13.30-18.00)   * Çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyağ Roboskê dê li Wan, Edene, Dîlok, Îzmir stenbol û  Enqereyê daxuyanî bên dayîn. (12.00-18.00)