Elîaçik: Tenê yek derb emrê desthilatdariyê maye 2017-12-27 17:10:35 STENBOL - Îlahiyatzan Îhsan Elîaçik bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên piştî hewldana derbeyê derketin pêş, desthilatdarî şiband gopalê Hz. Suleyman û  got: "Ya rast tenê yek derb emrê wê maye. Divê em vê derbê lêxin. Zatê li qesrê ji xwe miriyekî dijî ye. Divê em vê derbê lê bidin." Platforma Edalet û Maf, ji bo balê bikişîne ser hewldanên derbeya 15'e Tîrmeha 2016'an, binpêkirinên mafan û encamên wê yên civakî, li Otela Hîll a Taksîmê civîn li darxist. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrîn Nas, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Velî Saçilik, dîroknas Erdogan Aydin û gelek rewşenbîr, rojnameger, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan beşdarî civînê bûn.   ‘MÎNAKÊN TIRKIYEYÊ GUANTANAMO YE?’   Berdevkê Platforma Edalet û Maf OnerFaruk Gergerlîoglu mafê axaftinê girt û da zanîn ku tiştên divê li Tirkiyeyê bi asayî bên kirin, bi KHK'an tên kirin û wiha axivî: "Em wekî welatiyên Tirkiyeyê; dewleta OHAL'ê naxwazin, em dewleta hiqûqê dixwazin. Bi OHAL'ê re welatî di warê aborî, derunî û civakî de pirsgirêkan dijîn." Gergerlioglu bal kişand ser mijara cilên yek reng jî û wiha pê de çû: "Ev berhema serdema derbeyê ye. Komra Tirkiyeyê Guantanamoyê mînak digire? Divêjin em ji wan baştirin, dixwazin çi bêjin? Pêvanên me ev in?"    ‘2 KHKÊN DAWÎ KARESAT IN’    Prof. Dr. Cîhangîr Îslam bertek nîşanî 2 KHK'ên nû jî da û aşkera kir ku ev raperînê ferz dikin û wiha got: "Îslam, ji serdema desthilatdariya CHP'ê re neynikê digire. Tiştên wê demê hatin serê mirovan îro dubare dibin. Ji ber ku partiya me ya muxalefetê bi dîroka xwe re hevrû nabe, ji vê re itiraz jî nake." Rojnameger Levent Gultekîn da zanîn ku dewleteke rûxiyayî li holê heye.   ‘HÛN ÇIMA TIŞTÊN XWEŞ ÊN CÎHANÊ MÎNAK NAGIRIN?'   Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya destnîşan kir ku ji bo li dijî zilma li Guantanamoyê derkevin, bi salan di kuçeyên Fatîhê de têkoşîn dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cihê ku em îro hatinê mêze bikin. Ji bo zilmê rewa bidin nîşan, dibêjin ku 'Amerîka jî dike.' Hûn çima tiştên baş ên cîhanê mînak nagirin?"   ‘TENÊ DERBEK JI BO DESTHILATDARIYÊ MAYE’   Îlahyatzan û nivîskar Îhsan Elîaçik desthilatdarî şiband gopalê Hz. Suleyman û wiha axivî: "Cinek dema destê xwe dide gopalê Suleyman dibîne ku miriye. Lê heta wê kêliyê gopalê ku zindî dihat dîtîn, pîr bûbû. Dema ji derve ve bala xwe didê, pir bi hêz tê dîtin, ya rast tenê derbeke piçûk bes e. Dema tu findoqekî lê dixî dibînî ku rûxiya ye. Em vê yekê nakin. Zatê li qesrê miriye. Divê em vê ledana dawî pêk bînin."   ENCAMA RAPORÊ WIHA YE   Li gorî daneyên ku aşkera bûne û rapora hatiye amadekirin wiha ye: "Di lêkolînan de hezar û 465 kes mexdurên ‘OHAL/KHK'an e, 342 kes xizmên mexdûran û 366 kes raste rast kesayetên mexdûr, bi giştî 2 hezar û 173 kesan cih girtin. Ji beşdarvanan 630 ji wan jin, hezar û 542 kes ji mêran pêk tê. Di nava beşdarvanan de 46 astengdar hene, ji van 38 mêr û 8 jî jin bûn."